Partiya me Partiya Yekîtiya Demokrat dewreyek perwerdeyê ji endamên xwe re çêkirbû bi dawî kir, li taxa Kornîş.
Dewreya perwerdê di dîroka 2020-6-23 destpêkir, û di 2020-7-8 bi dawî kir bi beşdarbûna 22 endaman.
Di perwerdeyê de li ser gelek mijaran hat behskirin( Giringiya Perwerdeyê, Civaka Xwezayî, Çand û Exlaq, Civaka Mêr, Rastiya Rêberiyê, Dîroka Jinê, Jiyana Azad ya Hevbeş, Dîroka şoreşa Rojava û Parastin).
Her wiha beşdarên ku tevî perwerdeyê bûn kêfxweşiya xwe diyar kirin û destnîşan kirin li ser giringiya van perwerdeyan ji bo pêşketina hişmendiya siyasî û civakî di nava endaman de.