ManşêtNûçe

Tevgera Nûjen a Kurdistanê; Berpirsiyariyeke mezin dikeve ser PYD`ê

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Dr.Rizgar Qasim bi peyamekê lidarxistina 10`mîn kogira PYD`ê li Ewropa pîroz kir.
Tevgera Nûjen daxuyakirin ku weku Partiyeke mezin û pêşeng li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê erkên mezin dikevin ser milê PYD`ê, her ev bar divê ne tenê bi ser PYD`ê de bimîne lê divê hemû partiyên Rojavayê Kurdistanê xwedî li erkên xwe derkevin û bi berpisiyartî tevger bikin. em jî weku Tevgerke ku ji bo maf û doza rewa ya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê xebat û tekoşînê dikin xwe weku hêzeke pêşeng dibînin û îro ev erkên dîrokî dikevin ser mile me jî.
Dr.Rizgar Qasim dubare lidarxitina kongira PYD`ê li hemû endam, rêvebir, serkirdeyên PYD`ê pîroz, her wiha serkeftinên QSD`ê, YPG`ê û YPJ`ê li Rojavayê Kurdistanê di tekoşîna navnetewî li dijî terora DAIŞ bi destxistine pîroz û daxuyakirin ku ev serkeftineke dîrokî û pîroze.

Back to top button