ManşêtNivîskar

Qazî Mihemed: Bibin yek li himberî dijminê zordar

Qazî Mihemed di 1’ê Adara sala 1893’an de li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê  tê dunyayê Qazî Mihemed kurê Qadî Elî ye, ku li Mehabadê di nava malbateke navdar û welatparêz mezin dibe. Qazî Mihmed di zaroktiya xwe de dibistana olî ya bi navê ‘’Kutabhane’ dixwîne, ji bavê xwe û pirtûkên li malê perwerdehiya xwe ya sereke distîne. Birayî wî yê mezin Seyfulquzat bandorê lê dike, xwendina olî û zanistî her li wir xwend. Piştî bavê wî koça dawî dike, dibe dadwer. Lewma weke Qazî Mihemed tê naskirin.

Qazî Mehemed Komara Kurdistanê di sala 1946’an damezirandiye, piştî 11 mehan di 17’ê Kanûna heman salê de hate rûxandin. Qazî Mihemed jî di 30’ê Adara 1947’an de li Meydana Çarçirayê ya ku komar lê hat damezirandin hate darvekirin. Ango li cihê ku komara Mehabatê lê hatî îlankirin hate darvekirin.

Di 22’ê Çileya 1946’an de li Meydana Çarçirayê Komara Kurdistanê radigihîne û di 11’ê Sibata 1946’an Meclîsa Millî ya Kurdistanê (MMK) cara pêşî civîna xwe pêk tîne. Di Heman rojê de Kurdî weke zimanê fermî yê dewletê û ‘Ey Reqîb’ jî weke sirûda Kurdistanê tê ragihandin.

Meclîs ji 30 endamî pêk dihat, Serokkomarê wê Qazî Mihemed bû di merasîma sondxwarinê de dibêje, ‘’Bi navê Xwedayê mezin, Qur’ana pîroz, welat û alaya xwe sond dixwim ku heta dilopa dawî ji xwîna xw

e, heta hilma xwe ya dawî, bi can û milkê xwe, ji bo ku alaya me ya azadiyê li ezmanan li ba bikim ez ê bixebitim.’’

Qazî Mihemed ku di 30’ê Adara 1947’an de li Meydana Çarçirayê hat darvekirin, di qewîtiya xwe de banga yekîtiya netewî li Kurdan kir.

Wesiyeta Qazî Mihemed li Kurdan

Qazî Mihemed di nameya xwe de behsa girîngiya yekîtiya netewî dike û wiha bang li Kurdan di

ke û dibêje, ‘Ey Miletê Kurd, birayên min ên hêja,gelê min ê ku zilm û zordarî lê tê kirin,ez demên we yên dawî dijîm, bi qedrê Xwedê kin, dijminatiya hev nekin, pişta xwe nedin hev, li dijî zordar û zaliman bibin yek. Bi erzanî xwe nefiroşin dijmin. Gelek dijminên Kurdan hene, zordar in û dilhişk in. Ji bo her miletî sembola serkeftin

ê yekîtî ye, hevkarî ye û hevgirtin e. Civaka ku yekîtiya xwe nekirî, li hev nehatî, her demê wê dijmin bi ser wan de were, werin tepisandin. Çi tiştekî Kurdan ji civakên dî yên cîhanê ne kêm e. Bi ser de hûn bi lehengî, fedekarî, ji civakên dî yên ku ji zextê rizgar bûne pêştir in. Dijmin li gorî berjewendiya xwe we dixwaze, dema ku karê dijmin bi we qediya pir dilhişk e, we qet efû nake. Civakên ku ji bin zilma dijmin derketin jî weke we bûn, lê wan ji bo rizgariyê yekitiya xwe pêk anîbûn. Weke hemû civakên li cîhanê, hûn jî neyên çewisandin.

Qazî di nameya xwe de bi berdewamî qewîtiyê li Kurdan dike ku bi dijminên xwe bawer nekin û li ser lîstikên dijmin dibêje, ‘’Wê we bi hev bidin şikandin, bi derewan, bi pereyan we li hev bikin dijminn. Di nav dijminê we de yê herî zalim, herî xirab, ê herî bê Xweda û dirinde Acem e (Îran).’’

Qazî dawiyê dîsa balê dikişine ser giringiya yekîtiya Kurd û dibêje, ‘’Ey miletê Kurd, heta ku hûn pişta hev negirin hûn ê bi ser nekevin. Zilmê li hev nekin.’’

Xebatên çand û perwerdehiyê

Piştî damezrandina Komarê, MMK biryar dide ku Kovara Kurdistanê ya ku di 10’ê Çile ya 1946’an de dest bi weşana xwe kirî ye, weşana xwe bidomîne û rojnameyeke fermî were derxistin. Meclîsê ji bo qada perwerdehiyê jî biryarên baştirkirina rewşê da, yasaya dibistana mecbûrî derxist, pirtûk li zarokên rewşa wan xirab belav

kir û her wiha alîkariya darayî û kincan jî da. Di demeke kurt de dibistanên Kurdan hatin vekirin, perwerdehiya bi Kurdî dest pê kir. Meclîsê pirtûkên helbestkarên Kurd Hejar û Hêmen li çapxaneya dewletê da çapkirin û wiha nîşan da ku ew giringiyê bi xebatên çandî didin. Di vê demê de du kovarên jinan ên bi navê Hawar û Hîlale têne weşandin, piştre jî kovarên Agir, Gelawêj, Niştiman têne weşandin.

di 10’ê Adarê bi stesyona a ku Sowyetan şandî Radyoyaya Mehabadê dest bi weşanê dike.

Hewldana dagirkirinê ya Îranê

9’ê Gulanê piştî ku Sowyet ji xaka Îranê vedikişin, îran hewldana dagirkirinê dide destpêkirin. Bi hewldana dagikirinê re 16’ê Mijdara 1946’an Azerbeycan radestî Îranê dibe. Piştî ku Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sowyetan (YKSS) soza ku dayî ya dayina çekan pêk neanîn, Komara Kurdistanê hemû rêyên berxwe

danê diceribîne. Lê Qazî Mihemed ji bo ku komkujiyek li ser gel nebe pêşniyarekê dike. Li ser vê bi dijmin re biryar tê standin ku bi dijmin re li hev bikin. Li gel vê jî dewleta Îranê 17’ê Kanûnê Mehabadê dagir dike û Komara Mehabadê hildiweşîne.

Li gel ku gelekî lê rawestiyan ku Qazî Mihemed Mehabadê berde jî, Qazî dernakeve û ew, Serokwezîr Hacî Baba Şêx û Wezîrê Berevaniyê Qazî Mihemed Hiseyn Xan Seyfî têne girtin.

Qazî Mihmed li dadgehê dibêje, ‘’Diviya hûn bihatana girtin û darizandin, lê hûn tên li mala me, li welatê me min digirin û heps dikin. Hemû dewletên dagirker vê dikin. Dewletê asteng dikin ku gel nûnerên xwe hilbijêre û wan bişîne meclîsê. Heke dewleta Kurdan xayin dibine, dev ji herêmê biqerin û bihêlin ku ew li çara serê xwe binerin.’’

Back to top button