Peyama Partî Demokratî Kurd li Sûriye-Partî
Xwîşk û Birayên Delal
Edam û layêngerên 10 e mîn Kongira Ewropa a Partiya Yekêtiya Demokratîk PYD
Em sipasiya we dikin bo vexwendina we ji partya me re PDK-S Partî. Bi hêviya serkeftina kongira we, herweha silavên taybet ê M. Nisredîn, sekreterê Partî di gihînim we.
Xwîşk û birayên kongireya 10 e mîn, îro kongra we di demeke serkeftî re derbas dibe. Dema kû bi pêşengtiya hêzên Kurdî Dewleta Xeyal û zulimkarê mirovahiyê DAIŞ û çand û gelan hat rûxandin.
Ji bo serkeftinên li Rojavayê Kurdistan ji dest neçin û Efrînê ji nûve rizgar bikin ji destê dewleta hovana a Tirk û çetên wê.
Pêwîstiya me bi lêvegerek siyasî heye. Herweha têkiliyên xwert bi nişteciyên herêmê re berdewam bikin kû mafê hemû gelên herêmê parastî bin û di serî de gelê Kurd.
CAr din em hêviya serkeftinê ji were dixwazin
Qamişlo, 30.03.2019
Polît bîro e Partî Demokratî Kurd li Sûriye- Partî