DaxuyanîManşêtNûçe

TEV-DEM‘ê bang li hemû hêzên azadîxwaz kir bi yekrêzî li hemberî faşîzmê bisekinin

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî  komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li gundê Korteka yê Qendîlê ku di encamê de ji malbatekê hejmarek kes hatin qetilkirin û birîndarkirin, daxuyaniyek ji bo raya giştî parve kir.

TEV-DEM‘ê got: ” ji beriya sedên salan ve artêşa faşîst a dagirkeriya Tirk komkujiyan der heqê gelên Rojhilata Navîn, ji Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Asur û Kildan de pêk tînin. Êrîşên dagirkeriya Tirk di gel bêdengiyeke şerm a ji aliyê hêzên navdelwetî yên ku banga azadî, demokratîk û girîngiya pêkanîna mafên mirovan ve dikin, têne kirin.

Faşîzma Tirk a bi sedên salan li hemberî rûnêsansa gelan têk diçe, bi zanebûn, siyasetên qirkirinê dide meşandin, da ku rêbazên xwe yên faşîzm a ji beriya sedên salan ve dewam bikin. Lê rêxistibûyîn, biratî û yekîtiya gelan û kombûna wê ya li derdora projeya demokratîk teror û faşîstan tirsandin û di qadan de li hemberî wê bi ser ket. Têkçûna herî dawî ya artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê bû. Tirkiyê rexmî topbaran û veşartina windahiyên xwe û kuştina bi dehan leşkerên xwe, berî da hedefkirina wesayîtên sivîlan Kortekê yê herêmên çiyayê Qedîlê ku di encamê de ji malbatekê 3 sivîl şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn. Ev yek encamên têkçûna leşkerî, siyasî, aborî, hilbijartina û dûrketina wê ya hindirîn, herêmî û navdewletî nîşan dide, ji ber vê yekê berî dide qetilkirina sivîlan.

Bêdengiya hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistan û hin partiyên Başûr li hemberî mûdaxeleya artêşa Tirk a dagirker di xaka Kurdistan û Iraqê de nîşan dide ku ew jî di rijandina xwîna welatiyên Kurd, Iraqî û Ereb de hevkar in. Helwesta wan a ne exlaqî jî vê tiştî dide diyarkirin ku hikûmeta Iraqê û hikûmeta herêmê nikarin welatiyên xwe biparêzin û nikarin kuştin û destdirêjiyên wan şermezar bikin, berovajî wê bihaneyan ji kiryarên artêşa dagirker û çekdarên partiyên ku bi artêşa Tirk re dibin hevkar re dibîn. Di heman demê de kiryarên wan wekî rizgarkirin an jî şerekî pîroz ku ji bilî radestkirina xakê ji dagirkerên faşîzm ti berjewendiyên Kurd Iraqiyan tê de nine. Lê belê destûr didin ku artêşa dagirker bargehên xwe yên dayîn li ser xaka Kurdistanê û Iraqê ava bikin, wekî artêşa rizgariyê ji aliyê ragihandina Tirk a bi navê Kurdên li Başûr û Tirkiyê de bang dike, wesif dike.

AKP‘ê bi serkêşiya serbazê terora cîhanê Eredogan hewl dide xaka Başûr, Rojava, ji Efrîn heta Kerkûkê, beşek ji Heleb û Mûsilê li gorî “Peymana Millî ya Ataturk” dagir bike û xeyalên Osmaniya kevin pêk bîne. Lê mixebin AKP‘ê hewl dide van armancan bi hevkariya hêzên ku ti girêdana wan bi dîroka kurdan a pîroz ve nine pêk bîne, lê belê her tim ev hêzanan di rêza leşkerî, siyasî, ragihandin, civakî û bawerî ya dagirkeran de cih digire da ku bi rêya lihevkirina Tirkî- Îranî hikûmên xwe yên eşîrtî xurt bikin.

Em Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM‘ê bang li hemû hêzên azadîxwaz li Kurdistan, Başûr, Rojhilat, Bakur û Rojavayê wê, Rojhilata Navîn û cîhanê dikin ku bi yekrêzî li hemberî hêzên faşîst, di serî de serkêşê terora cîhanê AKP û serokê wê Erdogan bisekinin. Eşkere bûye ku Erdogan serokê kombûna terorê û sembola wî ya cîhanê, Tirkiyê bûye spartgeh û bargeha perwerde, plankirin, destekdayîna lojîsîk a belavbûna tirsê û terorê li cîhanê ye.

Yekitiya gelan kefîla derxistin û têkbirîna artêşa dagirker a Tirk ji xaka Sûriyê û Iraqê ye ya bi rêya parastina rawa ya li gorî qanûnên navdewletî ye. Li ser vê yekê em bang li hemû hêzên berxwedêr û yên azadîxwaz dikin ji bilî berxwedanê ti rêyên din ên  ji bo jiyana azad û bi rûmet, ya dûrî dagirkirî û şer û fitenyê ye.”

Back to top button