DaxuyanîManşêtNûçePYD

Daxuyanî ji bo raya giştî

“Balafirên artêşa Tirk a dagirker êvara Pêncşemê sivîlên ku li çiyayê Kortik  ê Qendîlê bûn kirin hedef. Di encamê de hejmarek sivîl şehîd û birîndar bûn. Tevî ku tê zanîn ev ne cara yekemîn ku Enqere û artêşa wê asîman û xaka Başûrê Kurdistanê, piraniya asîmana Iraqê û Sûriyê binpê dike. Beriya vê bi deh caran di dirêjahiya salan de êrîş kiriye. Herî dawîn beriya du rojan êrîşî Biradostê yê herêma Koşînê kir, beriya wê jî Şeladîzê ku di encamê de şêniyên wê li hember dagirkeriya Tirk serî hildan.

Wek Meclisa Giştî ya PYD`ê  em bi tundî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên hovane li dijî sivîlan li çiyayê Kortik ê Başûrê Kurdistanê şermezar dikin.  Siyasetên Enqere li dijî tevahiya herêma Rojhilata Navîn bi taybet herêma Kurdistanê, Iraq, Rojava û Sûriyê li dijî qanûn û peymanên navdewletî ne. Tirkiyê bi vê yekê pîvanên navdewletî binpê dike.

Her wiha em dibînin ku bêdengiya Bexda û Erbîlê li hember van zêdegaviyan tu bihaneyên wê tune ne û nayên famkirin. Em bang li her duyan û NY`î, Meclisa Ewlehiyê yanavdewletî dikin ku tiştên pêwîst bikin û siyasetên Enqere û dijberiya wê li hember Kurd û Kurdistanê û tevahiya gelên demokratîk rawestînin. Siyaseta Tirk a faşîst li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê, tevahiya gelê Kurd û li dijî hebûna wî wek rastiyek dîrokî û erdnîgarî û siyasî ye. Tirkiyê bi vê yekê qirkirinek der heqê Kurdistanê de bi armanca tunekirina her hêviyek çareseriyek adil û demokratîk ya doza Kurd radighîne.

Her wiha em sersaxî ji malbatên şehîdên sivîlan re yên ku di encama hedefgirtina balafirên artêşa Tirk de şehîd bûne dixwazin. Em hêviya şifaya acil ji tevahiya birîndaran re jî dixwazin. Em bang li tevahiya gelê me yê Kurdistanî û hevalbendên wan ên dîrokî ji gelên Ereb, Faris, Tirk û hêzên wan ên niştîmanî û demokratîk dikin ku bi yekrêzî li hember planên serokê pergala Tirkiyê û ajandeyên wî yên kujer ku pê hewl dide herêmê dagirker bike bisekinin.

Em bang li birayên xwe yên partiyên Kurdistanê dikin ku bi berpirsyariya xwe rabin û li dijî sûcên pergala Tirkiyê û dijberiya wî biseknin û binpêkirinên wî der heqê gelê Kurd de ji Efrîn heta Kerkûk, Amed Cizîr û her beşek ji Kurdistanê şermezar bikin. Divê em çareseriyek adil û demokratîk ji doza Kurd re peyda bikin. Di dawiyê de em tekez dikin ku gava yekemîn a sekinandina alava kîna Tirkiyê lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê ye.”

28 Hizêran 2019

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

Back to top button