Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û vasîsê Ocalan Mazlum Dinç, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar, Emin Konar û xwişka Veysi Aktaş Sabiha Aslan, bi armanca li Îmraliyê hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Omer Hayri Konar û Veysi Aktaş ku di 15’ê Adara 2015’an de wekî Sekreterya çûn Îmraliyê û Hamîlî Yildirim jî di 15’ê Tîrmeha 2015’an de çû Îmraliyê. Cara ewil di 5’ê Hezîrana 2019’an de çûn Îmraliyê û hevdîtin kirin.