ManşêtNûçe

TEV-DEM`ê bang kir: Mîrasê 1`ê Mijdraê veguherînin felsefe û çandekê di navbera gelan de

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya salvegera 8`emîn a Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Bi boneya salvegera 8`emîn a piştgiriya bi berxwedana hemdem a Kobanê re, em her kesê ku piştgiriya berxwedana gel a Kobanê kiriye, silav dikin. Em hemû şehîdên Berxwedana Kobanê, di serî de şehîdên enternasyonalîst ên ku di oxira vê berxwedana dîrokî de ruhê xwe feda kiriye, bi bîr tînin. Vê berxwedanê navnîşana parastina mirovahiyê ji terora navneteweyî ya birêxistinkirî, hilgirt.

1`ê Mijdara 2014`an wekî serkeftina pêvajoyeke nû bû, ku hêviyên avakirina bawerî û hevgirtina di navbera çandên xwecihî û cîhanî yên gelan de xurt kir. Her wiha dengên ji bo azadiyê bilind bûn, hewldanên parastina mîrasê dîrokî yê berxwedana YPG/YPJ`ê ku bûn sembolên cîhanê, bûn yek. Ji ber ku YPG/YPJ li dijî amûra terora navneteweyî ku dewleta Tirk a faşîst rasterast piştgirî dayê, bi berxwedana bêhempa ji bo parastina nirxên civakî û exlaqî, şer kirin û li dijî her kesê ku digot dê îradeya Kobanê bişike, bi ser ketin.

Vê berxwedanê, hurmeta xwe li ser erdê ferz kir, ji ber ku xwedî wêrekî, xwebawerî, lehengî, îradeya azad, beşdariya aktîv a jinên têkoşer bû, ku zirarên mezin di aliyê meydanî û fikrî de gihand terorê û erşê wê yê radîkal hejand. Her wiha bû destpêka hilweşîna qaşo dewleta xîlafetê û bû destpêka serkeftina rasteqîn a îrade û mîrasê berxwedana Kobanê ya bi pîvan û nirxên mirovahiyê dagirtî. Ev berxwedan her wiha bû wesîleya mezinkirina hevgirtinê û yekkirina civakan ji bo parastina berxwedanê û destkeftiyên ku bi bedelên giranbiha hatine bidestxistin.

Wekî TEV-DEM, em roja piştevaniya cîhanê ya bi berxwedana gelan a li dijî zilm û înkarê, li dijî dagirkeran, pîroz dikin. Baweriya me heye ku ruhê wefedarî û hevgirtina gelan bi vê berxwedanê re îsal dê mezintir bibe, da ku dagirkeriya Tirk a piştevana terorê ye, bi dawî bikin. Tirkiye îro bi rêya çekên qedexekirî, terorê û li pêş çavên civaka navneteweyî ya bêdeng, gefan li îradeya gelên ku parastina nirxên mirovahî û çandên civakî dikin, gelên azadîxwaz û yên banga edaleta civakî dikin, dixwe.

Em bang li hemû rêxistinên hiqûqî, sivîl, yên jinan, hemû hêzên siyasî, nîştimanî û her kesê xwedan wijdan dikin ku mîrasê 1`ê Mijdraê veguherînin felsefe û çandekê di navbera gelan de, yên ku ji bo parastina destkeftiyên vê berxwedanê hevgirtî ne. Ev berxwedana ku ji bo îradeya civakan bûye hêvî û minaret.”

ANHA

Back to top button