Şandek ji nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD li Herêma Kurdistanê duh serdana Rêbertiya Giştî ya Çand û Huner a bajarê Silêmaniyê kir.
Şande ji nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li Herêma Kurdistanê “Dr.Cawîdan Kemal”, Endamên Nivîsgeha têkiliyan “Bêrîvan Mihemed û Mervan Hesen” û berpirsê nivîsgeha ragihandinê ya nûneratiyê “Îvan Wezîr” pêk hat.
Herwiha di pêşwaziya wan de, Rêveberê Giştî yê Çand û Huner li Silêmaniyê “Dr.Muhsin Edîb” û Berpirsê têkiliyan “Diyarî Qerdaxî”.
Di hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser pêwistiya pêşxistina têkiliyên çandî û avakirina pirên danûstandina çandî di navbera parçeyên Kurdistanê de kirin, herwiha tekezî li ser giringiya rola rewşenbîran di navbera Rojava û Başûr de ji bo xizmetkirina berjewendiyên gelê Kurd, hate kirin.