ManşêtNûçe

​​​​​​​Şandeyeke Parlamentoya Ewropayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Duh, şandeyeke Parlamentoya Ewropayê bi seroketiya nûnerê Partiya Sosyalîstên Demokratîk a Andreas Scheider û nûnerê Partiya Kesk Francois Alfonsi, serdana goristana şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo kir.

Şande ji aliyê cîgirê hevseroketiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Robêl Biho, endama Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Gulistan Elî û nûnerên Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo ve hat pêşwazîkirin.

Bi daxuyaniyeke çapemeniyê li goristana şehîd Delîl Saroxan, Robêl Biho bixêrhatina şandeyê kir û got: “Parlamenterên ewropî xwestin di serî de serdana goristana şehîdan bike ku ji bo pêkanîna jiyaneke aram ji me re û biserxistina projeya me xwe feda kirine.”

Nûnerê Partiya Kesk a Parlamentoya Ewropayê Francois Alfonsi got: “Ez û hevalê xwe Andreas Scheider wek du endamên Parlamentoya Ewropayê li vir in. Em jî wek we ji bo azadiyê tê dikoşin, em bawer in ku têkoşîna ji bo azadiyê li her derê heman têkoşîn e. Çi li vir çi li Ewropayê, em ê gelek name û peyamên li ser têkoşîna we ya balkêş bigihînin parlamentoya xwe ya Brûkselê.”

Her wiha, Andreas Scheider wiha axivî: “Armanca me ji vê serlêdanê ew e ku em piştgiriya xwe ji gelê Rojava re bînin ziman û rewşa wan ji nêz ve bişopînin, her wiha ji bo rêzê û minetdariya xwe ji wan re rave bikin ji ber li dijî terorê şer kirin û ji bo bidestxistina mafê diyarkirina çarenûsa xwe tê dikoşin.”

Andreas Scheider li axaftia xwe wiha zêde kir: “Em li vir in ji bo bizanin rewş çi ye û her tişt çawa bi rêve diçe. Em dizanin herêm nearam e, ji ber ku hûn cîrana dewleta Tirk a dagirker in ku her tim gefa dagirkirina herêmê dixwe. Em dixwazin gelek mijaran li ser herêmê nas bikin, mafên jinan, rewşa kêmnetewe û taîfeyên li herêmê dijîn, wekheviya di navbera mêr û jinan de û pergala demokratîk a li herêmê.”

Her wiha, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Kêfo Osman bixêrhatina şandeyê kir û got: “Em dixwazin dengê xwe û dengê şehîdan bi rêya şandeyê bigihînin civata navneteweyî. Bi dehan şandeyên Parlamentoya Ewropayê serdana herêmê kir û me jî pêwîstiya ragihandina dengê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wan re nîqaş kir.”

Osman destnîşan kir ku di goristanê de şehîdên ji hemû beş û pêkhateyên civakê hene ku di encama êrişên dagirkeriya Tirk de şehîd bûne.

Osman wiha domand: “Berî çend rojan dagirkeriya Tirk bi balafirên bêmirov ên biçek bajarê Qamişlo topbaran kir. Di encama wan êrişên wê de de bi dehan zarok şehîd bûn. Ji ber wê em hêvî dikin hûn vê mijarê bi awayekî cidî di ber çavan re derbas bikin. Gelê herêmê ji bo gelê Ewropa û cîhanê tevda şerê DAIŞ`ê kir ku tu dewlet nekarî li hember bisekine.”

Osman di dawiya axaftina xwe de banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kir.

ANHA

Back to top button