ÇalakîManşêt

Têkiliyên Jin ya partiya me serdana rêxistina jin ya Partiya Muhafizkeran kir

Şandeyekê ji têkiliyên jin yên Partiya Yekîtiya Demokrat di dîroka 2020-6-8 serdana rêxistina ji di Partiya Muhafizkar ya Demokratî kir li buroya wê li Qamişlo, ji bo nîqşkirina rewşa siyasî li herêmê bi giştî, û li Rojava bi taybet, her wiha li ser rewşa aborî jî û zehmetiyên ku jin dikşînin li herêmê û pêwistiya dîtina çareseriyan ji bo wê.

Şandeya têkiliyan a jin ya partiya me Partiya Yekîtiya Demokrat: Ji Sema Bekdaş berdevka partiyê, endamên buroya têlkiliyan di partiyê de Şêrîn Îsa û Rohat Mela Xelîl pêk hat. Her wiha Rûla El Merî rêveberiya jinê di Partiya Muhafizkar ya Demokratîk pêşwaziya wan kir.

Rewşa siyasî ya heyî di herêmê de nîqaş kirin, û rewşa jin bi taybet, her wiha di hevdîtinên de îşaret li ser rewşa aborî hat kirin û pêwistiya yekîtiya hewildanan ji bo li hember vê kirîzê bisekinin.

Her wiha nernameyek mehane hat dayîn ji bo jinê di hemû partiya de ji bo xurtkirina mile siyasî.

 

 

Back to top button