ManşêtNûçe

Enwer Muslim: Gel dixwaze diyaloga Kurdî-Kurdî pêşkeve

Partiya Yekitiiya Demokratîk (PYD) ji destpêka hêva Hazîranê de rêze civîn ji şêniyên herêma Cizîrê re li dar xistin. Tevahiya pêkhate û çînên civakê ji Kurd, Ereb û Suryan tev li wan civînan bûn.

Di wan civînan de geşedanên siyasî, aborî, civakî û heta xizmetguzarî hatin nîqaşkirin. Şêniyan jî nêrînên xwe û pirsgirêkên ku rastî wan tên vegotin.

Hevserokê PYD`ê Enwer Muslim girêdayî wan civînan ji ANHA`yê re axivî û got: “Piştî ku partiyê kongreya xwe di Sibata borî de li dar xist, Rêveberiya Xweser qedexeya derketina derve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek tedbîrek li dijî derketina Koronavîrusê li herêmê ferz kir. Di wê demê de gelek pêketinên siyasî û aborî li herêmê çêbûn. Ji ber wê diviyabû em van geşedanan bi gelê xwe re parve bikin.”

Muslim behsa armanca wan civînan kir û got: “Em ji wan civînan armanc dikin ku sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî ji guhertina demografiya herêmê, kuştin, revandin, talankirin ragihînin gel. Her wiha me ji gel re pêwîstiya xwebirêsitinê di vê pêvajoyê de û lidarxistina çalakiyên aştiyane ji bo ku dengê xwe bigihîne raya giştî şîrove kir. Di wan civînan de me rewşa aborî ya herêmê bi taybet li gel nêzîkbûna ferzkirina qanûna Qeyser û rêbazên sivikkirina encamên wê li ser gel gotubêji kirin.”

Muslim diyar kir ku wan di civînan de behsa rewşa siyasî ya herêmê, bi taybet danûstandinên Kurd-Kurd dikirin û wiha domand: “Em ji gelê xwe re qonaxa destpêkê ya diyaloga Kurd-Kurd û encamên wê şîrove dikin.”

PIRSÊN GIRÊDAYÎ DIYALOGA KURD

Muslim di nav gotinên xwe de got: “Tevahiya çînên civakê pêwîstiya berdewamkirina van danûstandinan di qonaxa duyemîn de destnîşan dikin û divê encamên wê ji gelê re bêne eşkerekirin. Gel sedema rawestandina danûstandinên Kurd-Kurd dipirsin. Çima aliyên diyalogê bi şêwaza tê xwestin gavan navêjin. Pêvajo hesas e, ji ber ku hinek hêz hewldidin ajandeyên xwe li ser gelê herêmê ferz bikin.  hewldanên hinek hêzan ku ajandeyên xwe li ser gelê herêmê ferz bikin.”

 Girêdayî asta bersivandina gel û tevlêbûna ji civînan re Muslim got: “Berê civînên mîna vê dihatin lidarxistin. Lê ev cara yekê ye ku tevahiya çînên civakê bi mêr, jin û temenmezinan ve tev lê dibin. Di wan civînan de gel nêrîn, pêşniyar û pirgirêkên xwe vedibêjin.”

STRATEJIYA HEVBEŞ

Muslim bal kişand ku di PYD`ê de stratejiya hevbeşiyê dimeşînin. Yanî gel tev li biryarên ku di Rêveberiya Xweser û Sûriyaya pêşerojê de têne girtin, dikin.

Enwer Muslim di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di wan civînan de girîngtirîn pirsgirêkên civakê tên nîqaşkirin,  da ku bigihînin aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser. Ji bo ku cih di plansaziyên rêveberiyê yên bê de bigirin û werin çareserkirin.”

Partiya Yekitiya Demokratîk lidarxistina civînan li ser asta herêma Cizîrê didomîne.

Back to top button