ManşêtNûçe

Tecrîda ser Ocalan li parlemantoya Tirkiyê hate şermezarkirin

Parlematera  bajarê HDP`ê ya Urfa Dîlek Ocalan mijara Tecrîda Ser Rêber gelê Kurd Abdullah Ocalan kir mijara meclisa Tirkiyê.

Ocalan di civîna Çapemenî yê de ya li mecîsa tirkiyê ragihand ku şert û mercên ku rêber APO têde dijî kiryarek dûrî pîvanên Hiqûqî û mirovahiyê ye û ji bo rakirina Tecrîda salan gerek gav bên avêtin.

Di heman demê de Mehmed Ocalan ku ew jî tevlî civîna Çapemenî yê bibû, Tecrîda ji 11 Hezêrana 2011’an ve heya niha li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi tûndî rexne kirin û got. Deriyê kilîtkirî li îmralî divê vebe. Ku win nexwazin Leşker û Gerîla bimrin herin serî li Girava Îmralî bidin û çareseriya hemû pirisgirêkan li wire.

N.R.PYD`ê li Ewropa

Şivan Kavê

 

Back to top button