ManşêtNûçe

Silêman Ereb: Armanca Tirkiyê ya sereke şikandina vîna gelê herêmê ye

Artêşa Tirk a dagirker ji 16`ê Hezîranê ve êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û di 15`ê Hezîranê de êrişî kampa Mexmûr û Şengalê kiribû.

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û nûnerê partiyê li başûrê Kurdistanê Silêman Ereb destnîşan kir ku êrişên dawîn ên Tirkiyê li dijî Şengal û Başûrê Kurdistanê berdewama kirinên DAIŞ`ê yên ku di vî warî de bi bin ketin. Tirkiyê stratejiya dagirkirinê li Rojhilata Navîn dimeşîne bi taybet li Kurdistanê û ji bo wê terorê bi kar tîne.

Silêman diyar kir ku armanca sereke ya partiyên AKP û MHP ên Tirkiyê têkbirina projeyên demokratîk ên gelên herêmê ye û got: “Di destpêkê de piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê û Îxwanan kirin. Piştre bi awayekî yekser mudaxeleya hinek dewletên Ereb û Kurdistanê kir.”

Ereb îşaret pê kir ku siyasetên Erdogan ên dagirkirinê li dijî dewletên Ereb ranawestin lê gihaşt astekê ku bi awayekî yekser û leşkerî mudaxeleya Lîbyayê bike û çeteyan bişîne wir.

Ereb got Erdogan siyasetek kirêt li dijî penaberên Sûriyê bikar anî. Piraniya wan veguherandin çeteyan û şandin şerên xwe yên qirêj. Tevî wê jî wek kaxizek zextê li dijî Ewropa bikar anîn.

Her wiha Ereb rave kir ku gelek sedemên êrişên dawîn ên Tirkiyê li dijî Kurdistanê hene jê têkbirina destkeftiyên gelê Kurd, parçekirina Kurdan û berdewamiya siyasetên ku çeteyên DAIŞ`ê nikarîn pêk bînin û wiha domand: “Tirkiyê ji bomberbarandina Şengalê armanc dike şêniyên Şengalê venegerin warên xwe piştî ku Rêveberiya Xweser xebatên mezin di vî warî de meşandin. Armanca din jî şikandina vîna gelê Êzidî ye.”

Der barê bêdengiya civaka navdewletî û hikumetên Iraq û herêma Kurdistanê li hember êrişan de Ereb wiha axivî: “Divê asta têkoşîn û berxwedanê li dijî êrişên Tirkiyê û bêdengiya navdewletî bi taybet bêdengiya hikumetên herêma Kurdistan û Bexdayê were mezinkirin.”

Silêman Ereb girêdayî heman mijarê got: “Heta niha hikumeta başûrê Kurdistanê tu helwestek cidî li hember êrişên Tirkiyê ya ku sivîlan li Başûrê Kurdistanê dike hedef nîşan nedaye. Heta niha hejmarek sivîl şehîd ketine lê hikumeta Başûr bêdeng e.”

Ereb di dawiyê de bal kişand ser ku armanca Tirkiyê ya sereke şikandina vîna gelê wir e û got: “Berxwedana li dijî êrişên Tirkiyê erkeke mirovî, exlaqî û qanûnî ye.”

ANHA

Back to top button