ÇalakîManşêt

Şandeyek ji partiya me serdana Partiya Nûjen û Demokrat ya Sûriyê kir

Şandeyek ji partiya me, Partiya yekîtiya Demokrat serdana Partiya Nûjen û Demokrat ya sûriya kir li  bajarê Qamişlo.

Şande ji endama buroya têkiliyan Rohat Mele Xelîl û endama buroya têkiliyên jin di partiyê de Rozelîn Bekir pêk hat.

Her wiha şandeya partiya me ji aliyê Selwa El-Qaso, Delîla Ebdilah, Yasimîn Şlo, Şêrîn Ekîl, Mizgîn Reşo û ÎbtîsamMustefa endamên buroya jin di Partiya Nûjen û Demokrat ya sûriyayê de hatin pêşwazîkirin.

Di derbarê serdanê de li ser lawazbûna rola jinê di civakê de û di partiyên siyasî bi giştî  hat nîqaşkirin û pêwistiya çalakirina rola wê bi rêbazek rast di hemû beşan de, her du aliyan destnîşan kirin li ser pêwistiya rastkirina rêça jina erebî di civakê de û li ser qada siyasî, her wiha her du aliyan amadeyên xwe kirin ji bo li dar xistina civînên bi rêkûpêk di navbera hemû partiyên siyasî de.

Di civînê de hat destnîşan kirin ku yekîtiya refa kurdî dikeve berjewemdiya hemû pêkhateyên Sûriy de ne tenê Kurd.

Back to top button