Şandeyek ji partiya me, Partiya Yekîtiya Demokrat duh roja Sêşemê 2020-6-23 serdana Partiya Yekîtiya Demokrat ya Sûriyê (Yekîtî) kir,
Şandeya serdan kir ji Rohat Mele Xelîl endama buroya têkiliyan û Rozelîn Bekir endama Komîteya Jin di partiyê de pêk hat.
Her wiha di pêşwaziya wan de ev bûn: Hesnaa Salih, Fadiya El Ehmed, Edla Omer, Gulîstan Mişko, Sîham Emoka endamên Partiya Yekîtiya Demokrat ya sûriyê (Yekîtî).
Di serdanê de li ser rewşa siyasî li herêmê bi giştî û Rojava bi taybet hat nîqşkirin, her du aliyan li ser rola jinan di partiyên siyasî de axivîn û pêwistiya çalakirina wê bi awayê ku tê xwestin, her wiha her du aliyan destnîşan kirin li ser hewildana domdarî di xurtkirina têkiliyên wê yê siyasî bi partiyên din re.