ManşêtNûçe

​​​​​​​Sibê li Beyrûtê diyaloga erebî-kurdî dest pê bike

Sibê (29`ê Gulanê) bi navê “Ber bi jiyaneke hevbeş û hemwelatîbûneke wekhev ve” diyaloga erebî-kurdî li paytexta Lubnanê Beyrûtê dest pê dike.

Armanca kongreyê dîtina rêbazên xurtkirina têkiliyên Kurd û Ereban e. Tê payîn ku gelek kesayetên lubnanî, sûrî, filistînî, urdinî, iraqî û Kurd û kesayetên ji welatên din beşdarî kongreyê bibin.

Kongre ji aliyê rêxistinên mîna Navenda Lêkolînan a Lubnanê, Komeleya Newroz a Çandî û Civakî, Komeleya Jîn a Jinan û Mûsawat Werde Bitrus a Xebatên Jinan ve dê li ser du beşan bê lidarxistin. Ya yekê saet di 10:30`an de dest pê dike û tê de mijarên “dîroka têkiliyên kurdî-erebî, hebûna Kurdan li Lubnanê, siyasetên mêtingeriyê, destwerdanên herêmî, bandora zîhniyet û amûrên netewedewletê li ser têkiliyên erebî-kurdî” dê werin nîqaşkirin.

Beşa duyemîn dê saet di 13:00`an de dest pê bike û dê tê de mijarên “hevgirtin û yekitiya çarenûsê ya gelên herêmê li hember astengiyan, çanda jiyana hevbeş û biratiya gelan, rola jinan a bingehîn di demokratîkkirina civakê de, çareserî û projeyên hatine pêşniyarkirin mîna dewleta hemwelatîbûnê û projeya neteweya demokratîk” werin gotûbêjkirin.

Piştî her beşekê, beşdarên diyalogê dê nêrînên xwe der barê wan de parve bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev diyalog, berdewama diyalogên berê yên li gelek welatên Ereban e. Herî dawî di Çileya borî de li paytxeta Urdinê Emanê bi navê “Ereb û Kurd… diyalog rêya pêşeroja hevbeş e” diyalogek li dar ketibû.

ANHA

Back to top button