ManşêtNûçe

QSD: Divê aliyên garantor pêşî li sûcên dewleta Tirk bigirin

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya QSD’ê de wiha hate gotin:

“Herêmên niştecihî û avahiyên sivîl ên bajarokê Zirganê û navçeya Şêrawa ya başûrê Efrînê ji vê sibehê ve ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bê ser û ber tên topbarankirin, tevî ku di wan herêman sivîlên ji şêniyên resen, koçberên Serêkaniyê û Efrînê yên dagirkirî hene.

Dagirkeriyê ji vê sibehê ve zêdetir 320 top avêtin malên sivîlan, saziyên tenduristî û peywendiyan ên li navenda Zirganê ku tê de zêdetirî 7 hezar sivîl hene. Hîna jî topbaran berdewam e û rûberên fireh ên herêmê tên hedefgirtin.

Li navçeya Şêrawa û bajarokê Til Rifetê dagirkeriyê hawîrdor û mezreyên sivîlan bi zêdetirî 140 topan hedef girtin, di encamê de zirarên madî yên mezin çêbûn.

Topbarana bêserûber a dewleta Tirk li dijî herêmên tê de sivîl hene, herêm kir qadeke şer a rasteqîn, ev yek jî di çarçoveya siyaseta cezakirina komî tê, ku artêşa Tirk a dagirker li dijî şêniyên herêmê dimeşîne. Bi vê yekê misoger dibe ku dewleta Tirk ferqê naxe navbera armancên leşkerî û sivîl, nemaze digel bikarnîna amûrên leşkerî û çekên dûravêj li dijî herêmên tê de şênî hene.

Israra dewleta Tirk a veguhastina qada şer li herêmên tê de şênî hene û danîna bijarteya kuştin an jî koçberkirinê li pêş sivîlan sûcekî şer ê eşkere ye. Em bang li saziyên hiqûqî yên navneteweyî dikin ku sûcên dewleta Tirk ji 2018’an ve lêpirsîn bikin û sûcdaran di dadgehên taybet de hesab bikin. Her wiha bang li aliyên garantor dikin ku tedbîrên meydanî bigirin ku dagirkeriya Tirk sûcên qetilkirinê li dijî gelê me pêk neyne.”

ANHA

Back to top button