CivakManşêtNûçe

Sêyemîn civîna Meclîsa Sivîl a Dêrazorê lidar ket

Di bin durişmeya “Projeya avakirina hêzan a Meclîsa Sivîl a Dêrazorê” de îro sêyemîn civîna Meclîsa Sivîl a Dêrazorê hate lidarxistin. Di civînê de pêdiviyên sereke û astengiyên rastî komîteyên meclîsê û rêxistinên navnetewî û hundirîn hatine, hatin gotûbêjkirin.

Di bin durişmeya “Projeya avakirina hêzan a Meclîsa Sivîl a Dêrazorê” de îro sêyemîn civîna  Meclîsa Sivîl a Dêrazorê hate lidarxistin. Di civînê de ku ji hêla konfiransan a Meclîsê hatiye lidarxistin, hemû endamên komîteyên xizmetguzarî, rêxistinên navnetewî û hundirîn ên li Bakurê Sûriyeyê dixebitin û nûnerên Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) û Hevseroka MSD`ê  Riyad Dirar û Endamê Desteya Siyasî ya MSD`ê Hesen Elî Zohat û Endamên Meclîsa Sivîl û Zagonsaz ên Dêrazorê beşdar bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre axaftina destpêkê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif ve hate kirin û bixêrhatina hemû beşdaran kir û pesna projeya demokratîk li Dêrazorê da û destnîşan kir ku rizgarkirina herêm û hevgirtina pêkhateyên herêmê dihêle ku rêxistinên mirovahiyê bêtir ji bo vejandina vê herêmê baldar bin.

Di nava axaftvanan de Hevserokê Komîteya Rêxistinên Mirovahî û Karûbarên Civakî Tariq El-Raşid jî hebû û wiha got,”Li rex pêwîstiya danîna pilansaziya paşerojê û avakirina mijarên hêzdayînê di vê pilansaziyê de em ê asta kar û xebatên xwe bilindtir bikin û bi taybet li vê herêmê ku ev çend sal in di bin nîrê şer û terorê de jiyan dikirin. Pêdiviya vê herêmê bi helwest û xebatên ciddî heye.”

Piştre deriyê nîqaş û pêşniyaran li pêşiya beşdaran hate vekirin û hemû aliyên rêveberiya herêmê hatin gotûbêjkirin.

Di dawiyê de rewşa bajarê Dêrazorê û pêdiviyên welatiyan di ber çavan re hate derbaskirin û rêbazên peywendî û kordîneya bi rêxistinên aktîf re hatin gotûbêjkirin.

çavkaniya;ANHA

Back to top button