Meclîsa ciwanên Reqayê ji bo ektîfkirina rola ciwanan li heremê û pêşxistina çalakiyên wan, li bajaroka Keramê ya rojhilatê Reqayê navendeke xwe vekir.
Di vekirina navendê de, bi dehan şênî û endamên saziyên sivîl ên herêma Keramê amade bûn.
Merasîma vekirina navendê bi rêzgirtin destpê kir. Paşê, li ser navê meclîsa ciwanên Reqayê endama meclîsê Meha El-Fêsel, li ser navê Meclîsa sivîl a Reqayê Hisên El-Bircis, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ibtîsam El-Ehmed û li ser navê Mala JINê ya heremê jî Menal El-Şêx axaftin hate kirin. Di axaftinan de, vekirina navendê li hemû ciwanan hate pîrozkirin û hate tekezkirin ku bi saya ciwanan civakeke azad û demorkatîk tê avakirin.
Piştî axaftin bi dawî bûn, deriyê navendê ji aliyê endamên Saziya Malbatên Şehîdan a Keramê ve hate vekirin.
çavkaniya; ANHA