CivakJinManşêt

Şerê gelê şoreşgerî xwedî tektîk e li gorî dem, pêvajo û şoreşê diguhere

Di nava Sûriyeyê de qada ku herî zêde di stratejiya şerê gelê şoreşgerî de xwe daye pêş û mînakên wê yên şênber li ser axê hene, qada Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Rêvebera Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-JIN) a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zeyneb Efrîn, pêwîstiya şerê gelê şoreşgerî ji bo jinan ku bi vê yekê şoreşa xwe bipêş xistine, tektîkên wê û hin xalên din bi berfirehî nirxand.

Zeyneb Efrîn di destpêka axaftina xwe de behsa pêwîstiya lidarxistina şoreşan kir û wiha got: “Di bingehê de şoreş guhertin û veguhertin e. Ji bo careke din mafên ku hatine xwarin bi dest bixe, gel pêwîstî bi şoreşê dibîne. Şoreş stratejiya paşeroja civakê ye di pêşketina zanist, dîrok, çand û ziman û hemû hûrguliyên ku civakê elaqeder dike. Piştî hegemonyaya dewletan, şoreşên gelan çewt hat fêmkirin û li hemberî têkçûna wê ketin tevgerê. Têgîna şoreşê li giştî welatan û di civakê de jî çewt hatiye fêmkirin. Dewletên ku serweriyê li ser cîhanê dikin dema ku şoreşê birêve dibin, gelek rêbazên hovane ji bo domandina xwe li ser desthilatdariyê, bi kar tînin. Lê şoreş şoreşeke ku dikeve xizmeta civakê ye.”

Zeyneb Efrîn wiha pênaseya şerê gel û kîjan gel ê ku dikare şer bike û şoreşan li dar bixe kir: “Gelê ku hatiye kolekirin ji maf, çand, ziman û dîroka xwe hatiye ceribandin û hebûna wî di giştî de jê hatiye standin, ew gel dikare şer bike û şoreşan li dar bixe, Kurdistan jî dibe mînaka herî berbiçav a vî şerî. Pêwîstiya gelê Kurdistanê bi şoreşeke wiha li dijî desthilatdarên ku welatê wan parçe kirin, hebû ku careke din hebûna xwe bidomînin. Têgeha herî rast a şerê gel jî ne tunekirina civak, çand û zimanê civakeke din e lê belê parastina hebûna xwe ye. Şerê gel jî berxwedana li hember qirkirinê ye. Şerê gelê şoreşgerî xwe li ser sê lingan ava dike hêza leşkerî, hêza cewherî û hêza gel e û wiha şerê gelê şoreşgerî tê birêxistinkirin. Erk li ser her sê lingan tê parvekirin û wiha şoreş pêk tên. Bi salan e gelan li gorî şerê gelê şoreşgerî xwe birêvebirin. Di Kurdistanê de bi dehan şoreşên ku li dijî desthilatdariya dewletê hatine lidarxistin hene.”

Zeyneb Efrîn wiha behsa tektîkên şer kir: “Şerê gelê şoreşgerî xwedî teqtîk e li gorî dem, pêvajo û şoreşê diguhere. Ne şerekî ku tenê di çarçoveya leşkerî û fêrbûna çekan de ye. Li gorî şoreşên li Kurdistanê gel xwe birêxistin dike. Li dijî êrîşên qirkirina bîrdozî û çandî gelekî şoreş hatine lidarxistin û li gorî wê stratejiya xwe bi pêş dixin. Civaka ku biryara şerê gelê şoreşgerî dabe, pêwîst e hişmendiya ku dijmin û rê û rêbazên pê êrîş dike bi rengekî pir sar û zirav xwe berdide nava civakê, baş nas bike. Şerê aborî yê ku dijmin dide meşandin jî divê civak li hemberî wê bi teqtîk û amadekarî tevbigere.”

Zeyneb Efrîn diyar kir ku hokarekî din ê bingehîn siriyet e û wiha behsa vê yekê kir: “Şaxên şerê gelê şoreşgerî berfireh in. Mînak êrîşên herî zêde pêşengên şoreşa me ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef, aliyê wê îstîxbaratî ye. Her wiha bikaranîna hin ferdên civakê ji bo berjewendiyên xwe ku civak ji cewherê wê tê dûrxistin. Pêwîstiya gelê me yê şoreşger, bêtir bi siriyeta ku pê şoreşa xwe biparêze heye, şopandina dijminê xwe û teqtîkên êrîşên wî fêmkirin heye. Pêwîst e civak hîn bêtir di analîzkirina kesên ku sîxuriyê dikin û dibin sedema hedefgirtina pêşengan, xwe xurt bikin. Pir girîng e ku civak xwe ji her rengê êrîşan re heta bikaranîna çekên kîmeywî, psîkolojiya xwe amade bike. Gelê ku biryara şerekî şoreşgerî dabe, pêwîst e bizanibe wê bi êrîşên herî dijwar re rûbirû bimîne. Em bêtir xwe di şerê binerdan de xurt bikin û aboriya xwe bi pêş bixin.”

Zeyneb Efrîn çend mînakên şerê gelê şoreşgerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha bi bîr xist: “Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî stratejiya şerê gelê şoreşgerî hatiye birêxistinkirin. Mînakên herî berbiçav hene ku mirov bîne ziman, yek berxwedana taxa Şêx Meqsûd a Helebê, berxwedaniyeke wisa bû ku gel, hêzên cewherî û hêzên leşkerî bi hev re li ber xwe dan û şerê xwe bi serkeftinê tacîdar kirin.

di dawiye axaftune xwe de got; Li hemberî şerê cîhanê yê sêyemîn, şerê gelê şoreşgerî yê enternasyonalîst bersiva demê ye. Pêwîst e di vê pêvajoyê de jî her kes bi erk û berpirsiyariya parastin û pêdiviyên şoreşê tevbigere da ku em serkeftinê misoger bikin.”

 

Back to top button