ManşêtNûçeSûriya

160 penaberên Sûrî li Girê Spî hatin bicihkirin

Dewleta Tirk a dagirker doh 160 penaberên sûrî yên ku bi darê zorê ji Tirkiyê vegerandine li Sûriyê li Girê Spî ya dagirkirî bi cih kirin Çavkaniyek xwecih ji Girê Spî ya dagirkirî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker penaberên sûrî yên li Tirkiyê di deriyê sînor re radestî çeteyên xwe kir

Bi vî awayî çeteyan 160 penaberên sûrî li Kantona dagirkirî bi cih kirin

Heman çavkanî diyar kir ku penaber ji gundewarê Heleb, Idlib, Dêrazor û bajarên din ên Sûriyê ne

Ajansa ANHA’yê  derbasbûna zêdetirî 900 penaberên sûrî ji nav wan 25 Iraqî ji destpêka meha borî de belge kiribû

Hejmara penaberên ku li kantona Girê Spî ya dagirkirî hatine bicihkirin, ji destpêka meha Nîsana sala borî de gihîşt 25 hezar penaberî

 

Back to top button