ManşêtNûçe

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser civîna xwe ya salane li dar xist

Endamên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser, hevserokatiyên meclisên qanûnsaz ên her heft herêman û cîgira hevserokatiya Rêveberiya Xweser Emîne Osê beşdarî civînê bûn. Di civînê de Firyal Mihemed Hesen wekî Hevseroka Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate destnîşankirin. Firyal Mihemed li pêşiya beşdaran sûnd xwar.

Her wiha biryara hate gotin ku beşên çandinî û avdan ji Desteya Aborî were cudakirin ku bide desteyeke serbixwe bi navê Desteya Çandinî û Avdanê.

Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Sîham Qeryo rapora rewşa siyasî xwend. Sîham Qeryo îşaret bi geşedanên di qada hundirîn û derve de, astengiyên li Sûriyê, bi taybet ku Bakur û Rojhilatê wê pê re rû bi rû mane, kir. Her wiha bal kişand ser girtina deriyên mirovî yên bi herêmê re kir ku bandoreke neyinî li rewşa aborî kir.

Piştre raporên meclisên qanûnsaz ên her hef herêman hatin xwendin û xebatên ku pêkanîne hatin destnîşanirin, her wiha pêşniyar û plansaziyên wan ên sala nû hatin eşkerekirin. Piştre rapora meclisa giştî ji aliyê cîgira hevserokatiya meclisê Fatima Xelîl ve hate xwendin.

Paşê raporên meclisa qanûnsaz û meclisa giştî ji aliyê beşdaran ve hatin nirxandin.

Di dawiyê de plansaziya sala nû hate danîn. Ji wan:

– Sazkirina hevpeymana civakî were temamkirin û ji aliyê Meclisa Giştî ve were derxistin.

-Qanûna partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin derxistin.

-Rola komîteyên şopandinê yên xebatên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were aktîvkirin.

– Qanûna budceya giştî ya Rêveberiya Xweser were erêkirin.

-Qanûnek taybet bi hilbijartinan were derxistin.

-Li tevahî herêman civîn werin lidarxistin, nêrîn werin guhdarkirin û encamên wê ji meclisên rêveber re werin şandin.

– Ji bo milkên Suryan, Asur û Ermen qanûn werin derxistin.

ANHA

Back to top button