ManşêtNûçe

Şêniyên Dirbêsiyê êrîşên dewleta Tirkiyeyê li ser Hefetînê şermezar dikin

Di bin drûşmeya” Bi Ruhê berxwedana 19′ Tîrmehê emê xiyanetê û dagirkeriyê têk bibin” di dîroka 2020-7-16 bi sedan ji şêniyên navçeya Dirbêsiyê meşeyk girseyî li dar xistin bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirkiyeyê li ser herêma Heftenînê.

Bi sedan ji şêniyên navçeya Dirbêsiyê li pêşiya navenda ciwanên şoreşger kom bûn, bi hildana alên Hêzên sûriya Demokrat, alên Partiya Yekîtiya Demokrat û Kongreya Star, wekî din wêneyên şehîdan, di nava drûşmeyên ku êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar dikin, heta gihaştina wan li pêşiya Kongreya Star, dema gihaştia wan bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên azadiyê sekinîn, piştre hinek axaftin hatin kirin, endamê meclisa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat Silêman Bekir axivî û êrîşên dewleta Tirk  yên li ser herêma Heftenînê şermezar kir, her wiha tekez kir ku dewleta Tirk dixwaze vîna gelan bişkîne bi taybet  vîna gelê Kurd û bang li hemû gelan kir bi hevgirtinê û bilindkirina rêça têkoşînê.

Meş bi berzkirina drûşmeyên ku kiryar û êrîşên dewleta Tirk ya dagirker şermezar dikin bi dawî bû.

   

Back to top button