DaxuyanîManşêt

Şoreşa 19’ê Tîrmehê vejîn û serbilindiya ji tevahî gelan re ye

Pir kêm, gel di şoreş û pêkanîna wê de israr dike, ji gelên ku serî hilda û bi ser ketiye jî, parastina hedef û rêgezên şoreşê kiriye kêm in. Lê Şoreşa 19’ê Tîrmehê berovajî tevahî şoreşan e. Şoreşa yekemîn li Rojhilata Navîn e û Cîhanê ye ku rûmeta xwe li hember tevahî fikrên qewmewî, îslamî , cinsiyetparêzî û îlmî parast. Di rêgezên xwe de xwe naspêre tu çîn, pêkhate yan jî olan, lê belê xwe dispêre têgeha neteweya demokratîk ku tevahî pêkhate tê de bijîn û li gorî rêgezên şoreşê tev digere. Ji lew re Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû vejîn û serbilindiya ji tevahî gelan re.

Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de çirûska yekemîn a şoreşê ji bajarê Kobanê ya berxwedêr dest pê kir û li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê sûriyê belav bûn, li Efrînê, piştre Cizîr û Firatê. Bi wê re jî li ser tevahî gelan êş û azara bi salan ji zulm û destpotiyê rakir. Destpêkirin ji bingeh de bûn, ji ber ku binesazî tune bûn û civak jevketibû. Roj bi roj bi pêngavên mezin ber bi sepandinê ve çû, bermahiyên  rejîmê rakirin. Her wiha hemelyên rizgarkirinê ji DAIŞ’ê hatin destpêkirin, berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker hat destpêkirin û berdewam e. Bi wê re jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku xwe dispêre felsefeya neteweya demokratîk hat avakirin. Tevî wê jî gelekan di serî de jî Tirkiyê xwest ku vê projeyê têk bibin, lê bi bin ketin

Em Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi bîr tînin û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hê jî di şoreş û têkoşîna xwe de da ku bibe nimûne ji tevahî Sûriyê û rojhilata Navîn re bi rêya diyalog û çareseriya siyasî, berdewam e. Her wiha da ku rêgeza biratiya gelan û jiyana hevbeş di navbera tevahî pêkhateyan de bê sepandin û yekitî di navbera hêzên siyasî ya Kurd de pêk bê. Her wiha gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû hêza xwe hewl dide dagirkeriya Tirkiyê û êrişên wê têk bibe, her wiha sûcên wê ji kuştin, revandin û guhartina demografiyê li Efrîn, Cerablus, Girê Spî û Serêkaniyê rawestîne û wan herêman rizgar bike û şêniyên wê vegerin. Ji aliyekî din ve jî di hemleyên xwe yên li dijî şaneyên DAIŞ’ê li hermên Dêrazor, Reqa û tevahî Sûriyê de berdewam e.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê sepand ku li gorî xeta sêyemîn tev digere û xwe dispêre jina azad, ciwan û beşdariya wan di tevahî aliyan de, her wiha rola wan a pêşeng di rêvebirina şoreşê li hember dagirkerî û rêxistinên terorît ji DAIŞ’ê û hwd de. Her wiha parastina destkeftiyên dike . Her wiha jinan sepand ku sembola rastîn a şoreşê ye, hêza civakê û rêxistina gel e.

Em Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê bi rasthatina 19’ê Tîrmehê re tevahî gelan pîroz dikin ku nûnertiya hêviya gelan û hedefên tevahî gelan di nirxên mirovahî û projeya rastîn bi nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike da ku bibe nimûne û modela çareseriya aloziya Sûriyê, peydakirina ewlehî û aramî ji tevahî sûriyan re û Sûriyeke demokratîk a nenavendî bê avakirin.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya demokrat PYD

2020-7-18

Back to top button