ÇalakîManşêt

Eyşe Hiso: Sembola şoreşa me û şehîdên me parçeyek ji dîroka me ye

Sembolên şoreşa me û şehîdên me ew parçeyek ji dîroka me ye û parastina wan jî erkê me ye.. em ji wan hez dikin û rêzgirtina wan dikin û em dev ji mîrateyên wan bernadin, bi van gotinan Eyşe Hiso dest bi axaftinên xwe kir.

Eyşe Hiso hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat civînek berfireh ji malbatên şehîdan re li dar xist di dîroka 2021-1-19 li bajarê Helebê, li salona civînan di Meclsa Malbatên Şehîdan li taxa Şêx Meqsûd, bi beşdarbûna bi dehan ji şêniyan.

Civîn ji hêla Mihemed Ehmed hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan li Helebê hat vekirin, bi xêr hatina beşdaran û hevserokatya partiyê û endamên meclisa giştî kir.

Hiso îşaret kir li ser rola şehîdan di parastina nirx û rêgezên tevgerê, tekez kir li ser têkoşîna cidî bi altruîzm mîna şehîdan û got: Divê em xwe bispêrin xwe di kar û têkoşîna me de li ser xeta şehîdan.

Hiso wiha lê zêde kir: Em îro di qonaxeke pir hestyar de ne li Sûriya, ev hewce dike ku em bi hêzên xwe re bisekinin li pêşiya dijmin û dagirkeriya Tirkiya û çeteyên wê li ser herêmên Rêveberiya Xweser, êdî em sala 2021’an bikin salek rêzgarkirina bajarê zeytûanan Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê.

Civîn bi bersiva pirsên beşdaran û berzkirina drûşmeyên ku berxwedana serdemê silav dike li Erfînê bi dawî bû.

Back to top button