ManşêtNûçe

Eyşe Hiso: Em ê riya berxwedanê bilind bikin heta rizgarkirina Efrînê

Bi nêzîkbûna salvegera sêyemên a ku dilê gelê Kurdan bi xwîn kir, salvegera êrîşên dewleta Tirk a tundraw û çeteyên wê yên terorîst ji bermahiyên DAIŞ’ê li ser Efrîn, û piştra dagirkerî û koçberkirina şêniyên wê di nav komployek navneteweyî ya tirsonek de. Malpera me bi keça Efrînê re,Hevseroka Hevbeş a Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Eyşe Hiso hevdîtiner çêkir, ku li ser roja reş axivî, û pesnê berxwedana qehreman ya ku gelê wan li hember artêşên NATO’yê yên herî bi hêz û komên terorîs ên girêdayî wan nîşan da, û îsrara gelê Efrînê li ser vegerê û berzkirina dirûşeyên berxwedanê li Şehbayê heta rizgarkirina Efrînê, Hiso axaftina xwe bi van gotinan dest pê kir:

Efrîn bi azadiya jinê xemilî bû  

Îro wê  sê sal li ser êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ji cihîadîst û terorîstan li ser kantona Efrînê, û koçberî û dagirkirina gelê wê dê derbas bibe, ku di seet çarê êvarê de, di dîroka 20-1-2018’an de- bi hemû rêbazên hovane û bikaranîna çekan û hêza NATO’yê ya pêşketî û di nav bêdengiya navneteweyî de û li ber çavên cîhanê- li ser sivîlan ji gelê Efrînê û şervanên azadiyê yên ku dirûşmeya îsrarê di berxwedan û têkoşînê de hildan ji bo avakirina rêjîmek demokrat ku jin tê de azad bibe ji destpêka aloziya Sûrî, ku Efrîn bi azadiya jinê ya ku hemû saziyên Rêveberiya Xweseriya a demokratîk li Efrînê bi rêvedibir xemilîbû.

Gelê Efrînê berxwedanek dîrokî nivîsand

Hiso tekez kir ku êrîşên li ser Efrîn û dagirkirina wê ji aliyê Tirkiyê ve temamkirina komploya navneteweyî li ser demokratiyê û pirojeya Rêveberiya Xweser e û li ser azadiya jinê bi riya armanckirina kesayeta rêber Abdullh Ocelan.

Û wiha berdewam kir:

Berxwedana gelê Efrînê û şervanên azadiyê yên ku 58 roj berdewam kir li beramberî yek ji artêşên herî bi hêz di cîhanê de û piştgiriya xwe ji NATO’yê dibe û çeteyên wê ku rojevên dewleta Tirk a dagirker pêk tînin, ev berxwedanek dîrokî ye, mîna ku ew tu car çênebûye, ku dagirkeriya Tirk difikirî ku wê di du an sê rojan wê Efrîn dagir bike, lê ew bi berxwedanek qehremanî ku nêzî du mehn berdewam kir, û biryara ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hat ku sivîlan ji Efrînê vekişin ne teslîm û têkbirin e, lê belê ji bo ku li pêş komkûjiyên girseyî bigirin ên ku Tirkiya li dijî sivîlan bike, ji ber vê yekê ewlehiya derketina wan ji qada şer û bidawîkirina berxwedana serdemê di qonaxa duyemîn de bêyî ku li ser jiyana sivîlan bitirse.

Êrîşên Tirkiyê li ser herêmên me tolhildana ji têkbirina rêxistina DAIŞ’ê re ye

Hiso îşaret kir ku penaberên ji Efrînê yên li herêma Şehbayê bi cih bûne berxwedana xwe di kampan de berdewam dikin, tevî şert û mercên zehmet ên ku jiyan dikin, îsrara li ser berxwerdanê û bi vîna bilind roj bi roj zêde dibe ji bo vegerin Efrîna rizgarkirî, û wiha zêdekir:

Em dizanin ku dewleta Tirk pilan û komployên xwe li ser gelê Sûriya û li ser projeya neteweya demokratîk ya ku vî gel erê kiriye wê berdewam bike, ev projeya ku bû nimûneya pêşeroja Sûriya da ku bibe bingeha çareseriya aloziya Sûrî, û berdêla goncaw e ji rêjîma heyî li Sûriya ya ku bi gelê Sûrî, û îradeya wê îtiraf nake, her wiha berdêla projeya bi navê opozisyona Sûrî (Îtîlaf) a ku tu pirojeyên wê tune ne lê pilan û rojevên dewleta Tirk pêk tînin.

Xeta sêyemîn a ku Rêveberiya Xweser ya Demokratîk bi projeya demokratîk îsbat kir ku ew nimûneya herî serkeftî ji bo pêşeroja Sûriyê ye, ev piroje rêxistina DAIŞ’ê têk bir, ji ber vê yekê êrîşên domdar bi rêveberiya Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya demokrat, tolhildana têkbirina rêxistina DAIŞ’ê ye, ji ber ku dewleta Tirk piştgiriya vê rêxistinê kir û ew birêvebir ji bo bidestxistina armancênxwe li herêmê, û piştî têkbirina rêxistinê dewleta Tirk bi xwe destwerdan kir ji bo temamkirina erkê rêxistina DAIŞ’ê ya terrorist, bi wateya ku veghuzand serê seranser.

Aliyên destwerdanên di Sûriyê de dikin hewil didin ku destkeftiyên nû bidest bixin

Derbarê bûyerên dawî li herêmê, bi taybet êrîşên Tirkiyeyê li ser bajarokê Eyn Îsa, Eyşe Hiso got:

Pevçûnên mezin hene û peymanên nû di navbera hêzên navneteweyî yên destwerdanê di aloziya Sûriyê dikin, û lihevkirina li ser çareseriya aloziya Sûriyê di navbera van aliyan hîn dûre, ji ber vê yekê her aliyek hewl dide destkeftiyên nû bidestxistina bixin û ferzkirina siyaseta xwe li ser aliyên din, lê rastiya niha ne weke berê ye, ji ber ku Hêzîn Sûriya Demokratîk bi riya destkeftiyên xwe yên ku bi berxwedanê bidest xistin karîbû xwe ferz bike wek aliyek bingeh li ser asta navneteweyî de li Sûriyayê.

Biryara rizgarkirina xaka Efrînê ji dagirkeran gel ji destpêkê de standiye

Eyşe Hiso wiha axaftina xwe bi dawî kir:

Gelê Efrînê yên ku biryara berxwedanê li herêmên Şehbayê û kampên wê standin, hîn berdewamin di berxwedaniya xwe de ya ku ji cîhanê re rastiya gelê berxwedan xuyanî dike, û li ser vê bingehê em ji vî gelî, malbatên şehîdan û hemû berxwedanên ên ku rengê cîhanê guhertin, em ê bi hemû îsrar û îrade dê riya berxwedan û têkoşînê di vê sala nû de bilind bikin, û îsrara li ser vegera Efrînê piştî rizgarkirina wê zêde bikin, û ev biryar gel ji destpêka berxwedana serdemê sitendine, biryara rizgarkirina axa Efrînê ji dagirkeran.

Back to top button