ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser: Mîrasa berxwedana Efrînê rêya serfirazî ye

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê îşaret bi bêdengiya navneteweyî ya li hemberî dagirkirina Efrînê kir û got “Mîrasa berxwedana Efrînê, rêya serfirazî ye, her wiha di daxuyaniyê de bang li saziyên navnetewî û di serî de NY`yê û rêxistinên mafnas kirin ku der barê kirinên li Efrîn û herêmên din ên dagirkerî helwestên cidî bigrin.

Daxuyanî wiha ye:

“Di salvegera 3`yemîn a dagirkirin Efrînê de, binpêkirina pîvanên exlaqî û qanûnî û israra belavkirina firkirên terorê li Efrînê dewam dikin. Hêzên terorîst ên piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digirin Efrîn dagir kirine, dewleta Tirk siyasetên xwe li ser hemû gelê Sûriyê dide meşandin û hewl didin ajandeyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê û pêşeroja wan pêk bîne.

Dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî her wiha berfirehkirina dagirkeriyê, wekî nameyeke zelal e ku niyetên dewleta Tirk ên dijminahiya ji projeya demokratîk a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nîşan dide, ku ev proje wekî bingeha çareserkirina aloziya Sûriyê ye.

Kiryarên dermirovî û neexlaqî yên domdar li herêmên dagirkirî yên navborî û guhertina nasnameya dîrokî, çandî û civakî ya wan herêman û berdewamkirina heman siyasetê li hemû herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, astengiyeke mezin li pêşiya îstiqrar û çareseriya li Sûriyê ye û bi hemû pîvanan bi îstiqrar û çareseriya li Sûriyê re li hev nayê.

Di dema ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedana Efrîn û şehîdên ku canê feda kirin û li hember dewleta Tirk 58 rojan bi israr li ber xwe dan bi bîr tîne, berxwedaniya ku kete nava rûpelên dîrokê di serdema nû ya gelê me de, em pişterast dikin ku berdewamiya dagirkeriya Tirk li Efrînê xeteriya li ser hemû Sûriyê bêyî cûdabûn. Em bang dikin hemû helwestên Sûriyê di vî aliyê de diyar bin. Girîng e ku hemû hêzên niştîmanî yên parastina Sûriyê û pêşeroja wê ya demokratîk dikin xebatên xwe li dijî dewleta Tirk, çete û kiriyarên wê li dijî gel û axa me, bikin yek.

Em bang li civaka navnetewî dikin ku der barê kirinên dewleta Tirk li herêmên dagirkerî xwedî helwesteke xurt be û em bêdengiya navnetewî der barê vê yekê de rexen dikin. Em bang li saziyên navnetewî û di serî de NY`yê û rêxistinên mafnas dikin ku der barê kirinên li Efrîn û herêmên din ên dagirkerî helwestên cidî bigrin.

Bêdengiya der barê dagirkirina Efrînê de hişt ku dewleta Tirk destê xwe li Sûriyê, herêm û tevahî cîhanê dirêj bike û herêmên ku dewleta Tirk destê xwe dirêjî wan kiriye bûne çavkaniya şer û tevlîheviyê.

Di heman demê de em lihevkirinên ku di navbera hin alî û dewleta Tirk de li ser hesabê gelê Sûriyê têne kirin şermezar dikin û hişyariyê der barê wan didin. Encamên wan di kirinên dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyê piştî dagirkirina Efrînê diyar in. Dûbarekirina bûyerên ku li Efrînê qewimîn cihê xetereya li ser her kesî ye û ne li gorî berjewendiyên tu kesî ye di nav de aliyên ku destekê didin dewleta Tirk û pişta xwe didin dewleta Tirk, wê binkeftin para wan be.

Em gelê xwe yê ku ji Efrînê û herêmên wê neçarî koçberiyê bûn, silav dikin. Em berxwedaniya wan a dîrokî li hember dagirkeran bi bîr tînin. Em pişterast dikin heger Efrîn rizgar nebe tê tu aramî û çareserî li Sûriyê tune be û projeya me ya demokratîk dê biser nekeve.

Rizgarkirina Efrînê û herêmên din ên dagirkirî dê xebatên me yên sereke û istaratîjîk be. Em ê bi destekdayîna gelên xwe û israra wî ya li ser serfiraziyê, armancên xwe pêk bînin.

Mîrasa Efrînê û berxwedana tevahî herêmên me ji berxwedanê rêya tekez a serfiraziyê ye. Em ê rêya xwe bi derfet û hêzên xwe dewam bikin.”

ANHA

Back to top button