Merasîma sersaxiya Şehîd Xalid Kûtê bi deşdarbûna şandên cuda cuda ji Partî û kesayetiyên ji pêkhateyên Rojava û Bakûrê Sûriyê bi dawî bû.
Şandeyek ji endamên Partiya Demokrat PYD`ê ji Girgê legê , Yekîtiya Karbidestan , Yekîtiya Suryaniyan her wiha endamê meclisa Partiya Demokrat PYD`ê li Qamişlo , Hevbendiya Niştîmanî a Kurdî li Sûriyê û şandeyek ji TEV DEM û her wiha seroka Partiya Pêşeroja Kurdistan Narîn Metînî , şandek ji Efrînê , Partiya Lîbralî Kurdistanî, Yekîtiya Rewşenbîra, p
Partiya Çepî Demokratî , Partiya Demokratî Kurdistanî Sûrî (PDKS), Partiya Al-Wifaq Kurdistanî, tîma berxwedan ya werzîşê , Bodeya formata niştîmanî tevgera guhertinê serdana merasîm kirin û sersax li PYD`ê kirin.
Di merasîm de şêwirmendê PYD`ê Sîhanok Dîbo bi xêr hatina hemî mêvanan kir û got: Şehîd Xalid bi şehadeta xwe bû mînakek ji biratiya gelan re.
Her wiha bi navê Bodeya formata niştîmanî tevgera guhertinê Elî Sehda axivî û got: Em çiqas behsa lehengiya şehîdan bikin em kêm dibêjin, şoreşa rojava ji bo azadiya gelê Bakûrê Sûriyê 8 hezar şehîd dan`e û PYD`ê partiya şehîdane.