HevpeyvînManşêtNûçeyên LezgînXweserî

“Kes tine kû nizane Şêniyên Efrînê 95% Kurdin”

Bi navê Yekîtiya Parêzeran li kantona Cezîrê Xedîce Ibirehîm ji malpera PYD ê re axivî û bersiva van pirsên dan.
Di pirseke ser rewşa Efrînê de, Xedîce Ibrahîm  got kû: Bê goman rewşa Efrîn û Dewlata Turk ya dagirker perçek ji Sûriya dagir kiriye berpisîara her kesê Sûriye ji ber ku niha perçek ji dilê her kesek Sûrî jê bûye ev nave wê hovîtiye li vê derê weke Parêzerên ji hemî welatê dunyayê gerke her yek xwe berpisyar bibîne di ber welatê xwede di ber gelê xwede bibin parezvanê gelê xwe û welatê xwe bi rihê berpisyariyê bi giştî parêzer berpisyarin di rewşa Efrîn de ji wan tê xwestin li çareseriyê bigerin û çi were li ser mile wen gerek pêk werînin.
Wekî din di bersiva pirsekî de, Xedîce Ibrahîm derbarê Têkiliyên wan  yên Navnetewî re û Civaka kû li darxistîn de, weha nêrîna xwe anî ziman: Ev li ser nîqaş û pêşinyara hemî parêzerên ku îro di vê civînê de hazir bûne ji gelek Bejaran ji Reqa ,Dêrelzor, Minbij û Qamişlo ji hemî bajarê herêma Cezîrê li gorî pêşinîarên werin girtin em bibînin ev Milteqa wê çi bilatform ji derkeve û ev bilatform wê çawa karibe karê xwe bike li ser asta herêmî li ser asta Rojhilata navîn li ser asta welatê Erebî ji bo ku Sûrî hîn Dewletik ji Dewleta Erebiye wê çi karî karibin bikin û li ser asta nav Dewletî jî çi karibin bikin wê ew pêşinîar werin girtin wê di dawiya daxuyaniyê de bê xuyanî kirin.
Gelo ka dê hûnê kîjan Nasnemeya Efrîn ya pêşkêşî Dewletê Navnetewî û Saziyan bikin Xedîce Ibrahîm got ku: Nasnemeya Efrîn bê goman kes tine ku nizane şêniyên Efrînê serî 95% kurdin û em kurd parçek ji Sûrî ne Efrîn herêmek Sûriye her kesek Sûrî têde berpisyare ew gelê Efrînê çanda wan heye zimanê wî heye gereke were parastin ev karê ku Dewlata Turk dike weke guhertina demixrafî di hundirê herêma Efrîn de ev kar rê li pêşiya fitnek gelek mezin vedike şerekî navxweyî heger werin têkevin pîlana wê de gelê Sûrî bi kurdê xwe bi Erebê xwe Dewleta Turk dixwaze fitnê têke nav wan ji bo wê gerek em li ber vê fitnê bigrin her kes hişyar be ji pîlanê turkan re û nekevê van xefkade.

C. C

Back to top button