HemerengManşêtNûçe

‘Polîsan bi zanebûn xwestin kuştina Palme bikin stûyê PKK’ê’

Nûçegihanê Swêdî Olle Mînell ku ji roja pêşî ve li kuştina Palme dikole, got Polîsên Ewlehiyê yên Swêd (Sapo) ji bo ku kuştinê bikin stûyê PKK’ê bi mehan beriya wê bi zanebûn raya giştî çêdikirin.

 

Olle Mînell yek ji nivîskarê organa weşanê ya Partiya Komunîst a Swêd Proletaren e, ji 40 salî zêdetir e li dijî kedxwarî, nedadî û taybetîkirinê gotaran dinivisîne.

Piştî kuştina Olof Palme, Serokwezîrê Swêde rojnameya Proletaran bi biryardarî li dij rabû ku kuştinê bixwazin bikin stûyê PKK’ê û Kurdan.

Got Palme ne ji hêla PKK’ê ve ji hêla komeke Polisên Swêde ve hatiye kuştin û ji ber vê, bi sedema ku bêbextî li polîsan kiriye rojnameya Proletaren hate cezakirin, 550 hezar kron tazmînat da.

10’ê Hezîrana 2020’an Serdozger  Krîster Petersson got Palme ji hêla Stîg Engstrom ve hatiye kuştin, ku Engstrom sala 2000’î miriye û doz hatiye girtin.

Olle Mînell nûçegihanê pêşî ye ku bi Stîg Engstrom re hevpeyvîn kiriye û weşandiye, ku Engstrom di şîrketa bi navê Skandîa de dixebitî, ji Partiya Muxafazakar siyasetmedarek bû.

Mînell got Serdozger Petersson yek delîla biçûk jî nedaye ku Palme ji hêla Engstrom ve hatiye kuştin û diyar kir armanca serdozger ew e ku dosyaya kuştina Palme bigire.

Mînell got ti sedemek nebû ku Engstrom Palme bikuje, her wiha ev bi serê xwe kir an bi hina dî re, bêyî ku ev werin gotin hetîketî ye ku kuştinê bikin stûyê Stîg e û got, ”Ez bawer dikim dema ku Palme hatî kuştin Stîg li wir e û tiştên ku bûne dîtiye. Dixwest ku balê bikişîne ser xwe û ji ber vê dixwest ku xwe bixe rojeva medyayê.”

Mînel got, ”Ji her deh kesan şeş jê bawer nakin ku Palme ji hêla Engstrom ve hatiye kuştin. Piraniya gel, ji her sê kesan du jê dixwazin ser vê kuştinê zelal bibe.”

Mînell got 1986 û 1987’an polîs li şûna ku derheqê Stîg Engstrom lêpirsînê bikin ew ji lîsteya gumanbaran derxistine û got, ”Ji bo Midûrê Emniyeta Stockholmê yê wê demê Hans Holmer PKK’ê sûcdar bike, ev kirin.

Beriya ku Palme were kuştin Polîsên Ewelehiyê yên Swêd ji bo ku bikin stûyê PKK’ê, 1985’an, Tebaxê ketin nav hewldanê. Wan deman şefê Sapo nûçeya  Kurd li Swêdê ji bo çalakiyeke mezin haziriyan dikin weşand. Ev nûçe di serî de di dur rojnameyên mezin ên Swêd Aftonbladet û Expressen, di medyaya Swêd de cih girt. Şeva ku Palme hatî kuştin şefê Sapo dizanîbû bi şev bêyî berevanî wê derkeve derve. Ez dibêjim ev hemû bi hev re têkildar in û beriya ku Palme wer kuştin bi gellekî dixwestin ku kuştinê bikin stûyê PKK’ê.”

Mînell got fikrên xwe wê demê jî û piştre jî aniye zimên û got, ”Xwestin ku sûcê kuştinê bikin stûyê Kurdan. Hans Holmer û hevalê wî yê weşanger Ebbe Carlsson hewl dan ku vê bi hev re bikin.  Ev du kes dawiya salên 1970’yî li Goteborgê navê wan tevlî skandala sîxûriyê bûbû. Li çepgiran guhdar kirin û ew deqandin.  Dema ku Palme hatî kuştin ev dîsa derketin holê û vê carê jî PKK û Kurd sûcdar kirin. Lê dema ku Holmer bi ser nektî Carlsson demeke dî jî PKK sûcdar kir.”

Mînell got divê li nav saziyên dewletê, li nav polîsan û Sapo li kujerê Palme bigerin. Mînell diyar kir,”Hans Holmer ku lêpirsîn rê ve dibir û Kurd sûcdar dikirin got, ”heke rastî werin gotin Swêd wê ji hîmê xwe ve bihejije. Bi rengê kujer ragihandina Stîg Engstrom hewldana tarîhiştina kuştina Palme ye. Ne pêgirê madeyên hişbirê Chrîster Petersson, ne siyasetmedarê rastgir Stîg Engstorm û ne jî PKK’ê Palme kuştiye.  Gotinên Holmer divê wiha were fêhmkirin ku di kuştina Palme de destê hin polîsan, leşkeran û bi ser de destê hin komên di nav demokratên sosyal de heye.”

J: Ajansa Firat / M.K

Back to top button