ManşêtNûçePYD

Şandeyek ji Partiya Pêşverû ya Kurdî serdana nivîsgeha partiya me li herêma Firatê kir

Îro şandeyek ji Partiya Pêşverû ya Kurdî li Sûriya serdana nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokrat li herêma Firatê kir.

Şandeya mêvan ji Mustefa Henîfî, Omer Mele Yûsif, Mihemed Simo pêk hat.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Enwer Muslim, Almaz Rûmî, Ehmed Şêxo û Bekir Haj Îsa endamê di partiyê de pêşwaziya wan kirin.

Nîqaş li ser geşdanên dawî  ji gefên dewleta Tirk li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriya hat kirin.

Her du partiyan tekezî li ser pabendbûna bi axa xwe û parastina destkeftiyên Rêveberiya Xweser kirin, wekî din yekkirina helwestên partiyên siyasî yên bi çareseriya siyasî ya aloziya Sûriya bawerin.

Di dawî de her du partiyan bang li hikumta Sûriya kirin ku dev ji zihniyeta dûrxistinê berde û diyalogê qebûl bike bi awayekî cidî ji bo bighêjin Sûriyek piralî demokratîk ne navendî.

Back to top button