Meclisa Edaletê ya Jinan û Kongra Star cezayê muebet li dijî Çîçek Kobanê şermezar kir
Meclisa Edaletê ya Jinan û Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê, cezayê muebet ê li hemwelatiya Sûriyê û şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Çîçek Kobanê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye birîn, şermezar kir.
Sêşema borî (28`ê Gulanê) dadgeha dewleta Tirk a dagirker cezayê muebet li şervana YPJ`ê Çîçek Kobanê birî.
Meclisa Edaletê ya Jinan û Koordînasyona Kongra Star têkildarî mijarê li Qada Jina Azad a Kobanê daxuyanî da. Bi dehan endamên meclisê û koordînasyonê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de cezayê dadgeha dewleta Tirk wekî sûcekê li dijî Çîçek Kobanê û binpêkirina qanûnên navneteweyî bi nav kir.
Endama rêveber a Qada Civakî ya Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Madlîn Şêx Xidir û dadger Merwa Ehmed daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Çîçek Kobanê (Dozgîn Temo) di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî di sala 2019`an de hat revandin.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Veguhastina welatiyan ji axeke dagirkirî ber bi axa dewleta dagirker ve û darizandina wan beyî ku sûcek li dijî welatiyên dewleta dagirker kiribin, li dijî qanûnên navneteweyî ye.
Em bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî dikin ku berpirsyariyên xwe bînin cih û cezayê betal bikin.”
ANHA