ManşêtNûçe

Aldar Xelîl: Li Zap û Şengalê têk çûn, dê li herêmên me jî têk biçin

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevkariya PDK`ê, planên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefên dawîn ên li ser herêmê ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Aldar Xelîl, di destpêka axaftina xwe de silav li berxwedêrên li Zap, Avaşîn û Metînayê kir û got: “Bi rastî berxwedaneke dîrokî didin meşandin li dijî dewleta Tirk ku êrişên bêsînor pêk tîne. Ne tenê parastina herêmekê ye. Ev berxwedan tê wateya parastina nirxên gelê me ku di pêvajoya têkoşînê de hatine afirandin û her wiha ev berxwedan dibe mînakek li berxwedana gelan ji bo parastina hebûn û azadiya xwe. Peymana hikumeta AKP/MHP’ê xwe dispêrê tunekirina gelê Kurd û firehkirina dagirkeriya li Rojhilata Navîn. Vê îtîfaqa faşîst beramberî Tevgera Azadiyê û bi taybet gerîlayên azadiyê biryara xwe daye ku hemû rengên êriş û tunekirinê bide meşandin.”

Xelîl bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û got: “Êdî sînorê tecrîdê, binpêkirinên di aliyê hiqûqî de jî derbas kirine. Gihiştiye astekê ku ji rêber Apo tu agahî nayê girtin rewşa wî jê nayê zanîn, zexteke mezin li ser tê meşandin, êdî vê yekê asta zextên derûnî, siyasî û hiqûqî derbas dike. Ev resmen îşkenceyeke bêsînor e. Piştî ku rewşa li ser rêber Apo zehmet kirin, berê xwe dane çiyayên Kurdistanê, lê ne tenê çiya, êdî li her derê êriş heye.”

Aldar Xelîl wiha domand: Dewleta Tirk bi hevkarên xwe wekî PDK’ê, xwestin Bexdayê jî bixin nav vê êrişê. Ji ber Iraq heya niha serokkomarê wê ne hatiye diyarkirin yanî navendeke wê ya ku bikare berbirsyariyê ragire û berjewendiyên Iraqê bi temamî hesab bike, çênebûye. Ji ber wê Tirkiye, PDK û Kazimî bi hev re plana xwe ya hem li ser Başûrê Kurdistanê, hem jî li ser Şengalê û li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye dane meşandin. Di encama tifaqa Tirkiye û PDK`ê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de êrişan 17’ê Nîsanê dest pê kir, lê tişta ku derveyî hesabên wan derket, berxwedana gerîla bû. Ev yek bû sedem ku plana wan wekî ku xwestin negihêje tu encaman. Xwestin bêjin va ye li wir me herêmên ewle ava kirin û êdî giraniya xwe bidin ser Şengal û Rojavayê Kurdistanê.”

Xelîl diyar kir ku PDK û dewleta Tirk ji bo ku barê xwe sivik bikin, dîsa Bexda xistin dewrê û got: “Bexda jî tam ne di nav de bû. Kazimî jî ji xwe re hesabên şaş dikirin, dixwest berî ku parleman û hikumet cihê xwe bigire, bi dewleta Tirk û PDK’ê re tifaqan deyne û rewşên nû derxin. Helwesta gelê me li hemû deveran li hemberî dagirkeriyê derkete pêş. Dema berxwedana Şengalê kete rojevê, hemû partî û aliyên din ên li Iraqê ketin nava tevgerê, gotin kê biryar daye şerekî wisa derkeve. Di encamê de ew plan negihîştin serî û Kazimî li valahiyê ket, lê dîsa dewleta Tirk û PDK di plana xwe ya qirker de dewam kirin.”

Têkildarî rola PDK’ê ya di êrişên dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de Aldar Xelîl pirs kir ka çawa heya vê astê mirov ew qas dijminatiyê bike û behsa bikaranîna çekên kimyewî kir: “Çekên kîmyewî di tevahî zagonên cîhanê de qedexe ne. Ez dixwazim di vê mijarê de balê bikişînim ser daxuyaniya PDK’ê ku digotin me ev maskên ku mirov pê xwe ji çekên kîmyewî diparêze girtine. Me fêm kiriye ku ev mask diçin ji gerîlayên PKK’ê re. Ger mirov tê de bifikire jî, ger ev yek rast be jî, ev ne sîlahekî êrişê ye, divê li gorî kurdatiyê piştgirtiya gerîlayan bike, lê vê yekê jî nakin û bi hemû hêza xwe dijminatiya Kurdan dikin û di qirkirina wan de dibin şirîk. Ev kiryarên wiha di nava hemû civaka Kurd de cihê şermezariyê ye û asta kûr ya îxanetê dide diyarkirin.”

“Plan wisa nasekinin, dixwazin li Bakur û Rojhilatê Sûriye jî dagirkerî û êrişên xwe dewam bikin.” Bi van gotinan Aldar Xelîl bal kişand ser gefên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî û got: “Dema Erdogan daxuyaniya destpêkirina operasyonê da, hemû dezgehên ragihandinê kirin rojeva xwe, wekî ku tiştekî wiha heya niha tune ye. Jixwe gef û êrişên dewleta Tirk nerawestiyane. Ji berê de em wiha di pêvajoyeke têkoşînê de ne û li dijî dijminan şer dikin. Êdî gerek nake şahid hebe heya êriş dest pê bike. Dewleta Tirk dixwaze rê li pêşiya Tevgera Azadiyê û projeya demoktarîk bigire, her wiha asta dagirkeriya xwe fireh bike û komara Tirkiyê ya mezin ava bike. Dixwaze ji Efrînê heya Xakurkê wek xetekê bixe destê xwe. Ev planên eşkere ne û pêwîst e em li gorî wê amade bin.”

Aldar Xelîl aloziya li cîhanê bi bîr xist û anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze ji vê aloziyê sûdê wergire. Aldar Xelîl di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: “Herêm bi giştî di rewşeke nearam de ye; Iraq ne li ser xwe ye, Îran di nava nakokiyan de ye, bi pirsgirêkên derve re xwe mijûl dike û Sûriye jî rewşa wê baş tê zanîn. Di asta cîhanî de jî şer heye. Yanî bi giştî alozî di pergala cîhanê tevahî de heye û dewleta Tirk jî dixwaze jê qezencan bigire. Li Bakurê Kurdistanê jî jixwe siyasetmedar, rewşenbîr, rojnamevan her kes di zindanan de ye. Li çiyayên Kurdistanê ji Dêrsimê heya Behdînanê êrişên xwe nerawestandine û niha jî dixwaze li Sûriyê jî dewam bike. Ev planeke demdirêj û stratejîk e. Bê guman divê em bi vê yekê bizanin û her xeta azadiyê ji bo xwe hilbijêrin, niha ew berxwedan tê kirin. Bi vê berxwedanê dê planên dewleta Tirk bişikên û yên ku di vê pêvajoyê de binkeftî be dê dewleta Tirk be.”

Fînlandiya û Swêdê ji bo endamtiyê serî li NATO’yê da. Dewleta Tirk jî ji bo endamtiya van welatan neyê qebûlkirin li ser Kurdan şantajan dike. Têkildarî vê mijarê de Aldar Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk li ser vê tawîzan dixwaze bistîne û ev tişt lê zêde kir: “Her tim fobiya li dijî Kurdan û Tevgera Azadiyê li cem dewleta Tirk çêbûye. Welatekî herî dûr bixwaze tîcareteke normal bike, dewleta Tirk beriya li ser wê tîcaretê biaxive, helwestên wan ên li dijî PKK û Kurdan dipirse. Her tim li ser sûdwergirtina bûyeran dixebitin ku li dijî Tevgera Azadiyê bi kar bîne.

Dewleta Tirk endamê NATO’yê ye û welatên Fînlandiya û Swêd jî xwestin bibin endamên NATO’yê. Li gorî pîvanên NATO’yê ji bo endamtiya wan welatan divê hemû endamên NATO’yê bêjin erê. Tirkiyê vê wek firsend dibîne û wê ji xwe re bi kar bîne. Wekî çawa bi Rûsan re firsend ji xwe re bi kar anî  Efrîn dagir kir, piştî wê jî bi Amerîkayê re jî firsendek dît û Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, niha jî dixwaze vê mijara Fînlandiya û Swêdê ji xwe re bi kar bîne. Ev her tim wekî şert û siyasetek di polîtîkayên dewleta Tirk de ye. Lê ev jî heye ku êdî her kesî faşîzma dewleta Tirk nas kiriye. Her wiha naskirina ku ev ji projeya demokratîk a cîhanê re çi qas dibin xeternek. Niha li ser vê mijarê Erdogan dixwaze hinek tawîzan, bi taybet ji Amerîkayê, bistîne. Aliyê Rûsya jixwe pêwîst nake vê bazarê pê re bike ku Rûs naxwazin Fînlandiya û Swêd bibin endamên NATO’yê.”

Li ser daxwazên dewleta Tirk di wergirtina tawîzan de Aldar Xelîl ev tişt anî ser ziman: “Amerîka û hêzên din jî hinek berjewendiyên wan li herêmê hene. Lê naxwazin Tirkiyê jî ji dest xwe berdin. Naxwazin Tirkiye bi Rûsan re bibe yek û derveyî planên wan tev bigere. Wê hewl bidin ku Tirkiyê razî bikin. Bi çi rengî razî bikin ew mijareke din e. Lê ne mimkun e jê re xal deynin û wê bidin xeyidandin. Ev jî dide nîşandan ku dewleta Tirk di vê pêvajoyê de dixwaze tiştên ku li herêmê çêdibin heya jê bê, di asta bilind e sûdê jê bigire.”

Aldar Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk di siyaseta xwe ya li Sûriyê de jî hinek guhertinan çêdike û ev tişt lê zêde kir: “Nêzîkatiyên wan bi hikumeta Şamê re ne wekî berê ne. Berê 24 saetan digot divê ev rejîm hilweşe lê niha nêzîkatiyên cuda hene, heya hevdîtinên veşartî bi rejîmê re dike. Nema wekî berê qiymet dide komên Îxwanî Muslimîn, têkiliyê dewleta Tirk bi Îsraîl û Misirê re guherîn. Tirkiye dixwaze çi dibe bila bibe tiştê ku duh li dijî wan bûn bi şertê bikeve xizmeta şerê li dijî têkoşîna gelê me, qebûl dike.”

Ev demeke dirêj e dewleta Tirk mijara `koçberên Sûriyê` dixe rojeva xwe. Vê mijarê Aldar Xelîl, bi armanca guhertina demografîk ve girê da û got: “Tirkan kesên ne ji herêmê, bi taybet malbatên DAIŞ, Cebhet El Nusra û hwd bînin van herêman û di xeta sînor bi tevahî de bi cih bikin. Derdê wê tenê koçber ba, ew qas koçberên di destê wan de çima neanîn li herêmên di destê xwe de bi cih nekirin? Mînak Idlib, Bab, Ezaz, Cerablus heya niha tu kes neanîn. Derdê wan ew e ku çawa bikarin demografiya herêmê biguherînin. Ji ber wê ev mijara koçberan, avakirina xaniyan, xwedîderketina koçberan esas di aliyekî de ji xwe re kiriye wekî tîcaretek ku ji saziyên navneteweyî û dewletan pere ji xwe re kom dike û van malbatên komên çekdar ên çete bi cih bikin.”

Xelîl plana dewleta Tirk a li ser koçberan wiha nirxand: “Hem ji aliyekî de ji wan xilas dibe û aliyê din vê jî bi wan aramiya Sûriyê xirab dike û demografiya herêmên me diguherîne. Ew dibe sedem ku piştî em van herêman rizgar bikin, dê şer û pevçûn di navbera me de çêbe. Dewleta Tirk wiha difikire; îro jixwe em şer dikin, di rewşeke nearam de ne lê sibe rewş hat guhertin jî dîsa bila şer dewam bike. Wekî din jî wiha difikire; demek dirêj wan li vir bi cih bike, piştre wê bibejê ez ê referandumê çêkim. Paşê jî dê serjimaran bigire û bibejê va ye Kurd li vir tune ne. Ev guhertina demografiyê yek ji pîvanên ku di nav mafê mirovan û Neteweyên Yekbûyî de jî nayê qebûlkirin. Guhertina demografiyê qedexe ye. Li ser xeta sînor avakirina kembera reş dikeve xizmeta guhertina demografîk. Hem jî ji bo her tim gef li ser herêmê çêke û di mijara dagirkeriyê de karê xwe hêsan bike.”

Aldar Xelîl got: “Dewleta Tirk hemû tiştî dixwaze bi kar bîne da ku şewqa kesk wergire. Ger negire jî dixwaze hin tiştan ferz bike. Yanî bike û paşê dema ew dewlet jê re bibejin te çima wiha kir, bi wan re bazaran bike. Dewleta Tirk li ser vê ava bûye. Êdî ji bilî ka şewqa kesk girtiye yan negirtiye zêdetir, divê em vê bizanin ku em her tim di bin êrişê de ne. Şewqa kesk nebe jî divê em wiha hesab bikin ku ev pergal di her kêliyê de dikare şewqa kesk bide. Di gelek tiştan de digihêjin hev. Planên wan ên li dijî gelê me wekî hev difikirin.”

Aldar Xelîl îşaret pê kir ku êrişeke muhtemel a dagirkirina herêmêke Bakur û Rojhilatê Sûriyê êdî mijara man û nemanê ye û got: “Tecrubeyeke baş çêbû. Ya herî girîng ew e ku beşek gelek mezin ji gelê me êdî derdora hêzên xwe ya parastinê bûne yek. Heta civaka me parastina xwe ya cewherî bi pêş xist. Ev dibin faktorên ku berxwedan mezintir bibe. Dewleta Tirk li Zapê bi bin ketiye, li Şengalê plana wê ya bi PDK’ê re bi ser neket û li vir jî hewldanekê bike dê berxwedaneke gelekî mezin bibîne. Êdî ji bo me mijareke man û nemanê ye. Em tê de bi ser bikevin êdî qedera şoreşê bi tevahî tê diyarkirin. Ev ji bo Erdogan jî mijara man û nemanê ye. Planên li ser herêmê ku dike û êrişên li ser Zapê dike, dizane ger neyê û hewldan neke, tune dibe. Ji bo wê jî hemû tiştî dide ber çavên xwe.”

Aldar Xelîl di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dê bi berxwedana gelê herêmê re plan têk herin û got: “Aborî şikestiye, qebûlkirina wî di aliyê siyasî de kêm bûye û ev rewş wiha berdewam bike, hilbijartina ku sala pêşiya me çêbe kes nema dengê xwe dide Erdogan. Erdogan gelek sûc kirine, dizî kiriye, fesadî kiriye û di siyasetê de jî hêzên dijberî Tirkiyê re îtîfaq kiriye. Ger Erdogan ji desthiladariyê bikeve, yekser dê bikeve hepsê. Ji bo ku nekeve hepsê giraniya xwe daye çawa xwe li ser desthilatê bihêle. Ji bo xwe li ser desthilatê bihêle, tişta hevbeş ku Tirkan derdora xwe kom bike û bihêle hemû kes vê zehmetiya aborî tehemûl bike, rewşa siyasî qebûl bike, dirûşma xwe wiha îlan dike; `Ez li dijî vê tevgerê şer dikim.` Erdogan dê ji xwe bişikê, dema şikest hemû planên dewleta Tirk bi bin dikevin û Erdogan yekser dikeve girtîgehê.”

Back to top button