ÇalakîManşêt

Şandeyek ji partiya me serdana kampa Newroz kir li bajarê Dêrikê

Endamên meclisa giştî ya partiya me Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, duh roja şemî 29 meha gulanê, serdana kampa newroz kir ya li bajarê Dêrikê. Bi armanca venêrankirina mercên koçberan.

Şande civiyan bi rêvebiya kampa newroz, Nedîm Omer û Dijle Mihemed.

Kampa Newroz ku nêzîkî 295 malbat û 1475 kes tê de hene.

Û mêvanên şandê ji endamên meclisa partiyê ji Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat Enwer Mislim, Xelîl Osman, şêx Raxib elfaris, Rozlîn Bekir, Neyîma Ebdeletîf, Sirûr Elşemerî, û Fewroşeh Remedan hevserokê birêverberiya koçberan û penaberan li navçeya cezîrê.

Şande di hevdîtina  xwe ya bi rêvebiya kampê re, pêdivî yên kampê yên xizmetkariyên hilda û li ser rewşa kampê ya jiyanî, tendurstî û ya perwerdekirina koçberan hat axaftin, û êş û dijwariya jiyana koçberên kampê.

Endamên şandeya partiyê di serdana malbatên li kampê de li ser mercên koçberbûyî yên li kampê de agahdar bûn.

Koçber spasiya mêvanên şandeyê û Rêvebiriya Xweser ya Bakur û Rojhilatê sûriyê kirin li ser hewiladnên ji bo xizmeta kamê, tevî  derfetên kêm û dorpêça li ser vê reveberiyê.

Û çoberên kampa newroz bang li saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ku bi peywira xweya însanî ya li hember van kampan pêk bînin û piştgiriya wan bikin.

Kesên di kapmê de bang li Neteweyên Yekbûyî û welatên mezin ên tevlî şerê Sûriyê ne da ku ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka wan û gundê wan, û zextê li dewleta Tirk bikin da ku ji van axan derkeve.

Hêjayî gotinê ku dewleta Tirkiya û çeteyên girêdayî wê operasyoneke leşkerî raghandibû li bakur û rojhialtê Sûriya bi navê Kaniya Aştiyê di 9’ê meha 10 gihaşt ku artêşa Tirkiya bajarê Serê kaniyê û Gir Spî kontrol kir, operasyon bû sedema koçberkirina bi sedan ji şêniyên resen ku berê xwe dan herêmên kontrolkirina Hêzên Sûriya Demokrat.

   

   

 

Back to top button