ÇalakîManşêt

Şêx Hesen Ferhan, yek ji şêxên eşîra Tey, serdana partiya me li Qamishlo kir

Şêx Hesen Ferhan Ebû Tey ji Eşîra El-Tey di roja Yekşemê di dîroka 2021-5-30 serdana navenda Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li Qamişlo kir, endamê nivîsgeha Têkiliyan di Partiya Yekîtiya Demokrat Şêx Raxib El-Faris pêşwaziya wî kir.

Di serdanê de li ser hin mijaran nîqaş hat kirin di destpêka wê de mijara xurtkirina jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan, her wiha rewşa siyasî li ser qada Sûriya û bi taybet li bakur û rojhilatê Sûriya hat nîqaş kirin.

Her du aliyan di nava axaftinên xwe de tekez kirin li ser xurtkirina têkiliyan di navbera hemû pêkhateyan di der barê piştgiriya Şêx û Rûsipiyên Eşîran di herêma Rêveberiya Xweser ya Demokratîk li bakur û rojhilatê Sûriya ya ku gelek tişt bidet xist li vê herêmê.

Di dawiya hevdîtinê de Şêx Hesen Ferhan Ebû Tey û Raxib El-Faris tekez kirin li ser pêwistiya parastina aştiya sivîl di herêmê de û xurtkirina têkiliyên bratiyê di riya projeya Netewa Demokratîk li herêmê, ji bo rê bigrin li ber hêzên ku dixwazin fitneyan çêkin ji bo xistina vê projeya Demokratîk.

Back to top button