ÇalakîManşêtNûçe

Şandeyek ji partiya me beşdarî semînerek diyalogê dibe li herêma Reqa

Şandeyek ji Partiya Yekîtiya Demokrat duh di dîroka13’ê Adarê, beşdarî semînerek diyalogê bû, di bin sernavê” Întîfada 12’ê Adarê”, û bi tevlîbûna nivîsgeh û komîteyên jin, her wiha rewşenbîr, siyasetmedar, kesên serbixwe û nûnerên partiyên siyasî, semîner ji hêla Meclisa Sûriya Demokratîk hat rêxistin kirin li navenda Çandê li bajarê Reqa.

Semîner bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdên 12’ê Adarê û hemû şehîdên azadî û rûmetê.

Piştre semîner ji hêla endamê desteya hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD “Salih Muslim” hat dayîn, di semînerê de hat îşaret kirin li ser rola roja 12’ê Adarê di şoreşa Sûriya de.

Di dawî de deriyê nîqaşê li pêşiya beşdaran hat vekirin û guhdarkirina nêrîn û pirsên wan.

Back to top button