ManşêtNûçe

MÎT`a Tirk li Efrîna dagirkirî 11 welatî revandin

Çavkaniyan ji kantona dagirkirî daxuyand ku artêşa Tirk di deh rojên dawî de bi bihaneyên vala, li navçeyên Efrînê 11 welatî revandin.

Çavkaniyan navên kesên hatine revandin eşkere kir:

Hêvîn Tarî ji gundê Çeqela yê navçeya Şiyê.

Mihemed Nezmî Nasan (19) ji gundê Xelnêrê yê navçeya Mabeta.

Mihemed Mihemed Oso, Mehmûd Ehmed Hacî û Luqman Nûrî Mistefa ji gundê Kaxirê yê navçeya Mabeta.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên “polîsên leşkerî” ku rasterast ji MÎT`a Tirk  fermanan digirin, ev welatî revandin:

Hecî Îsmaîl (30) ji gundê Keferdelê yê navçeya Cindirêsê.

Xelîl Mihemed Reşîd (40) û hevsera wî Nazliyê Mistefa yên ji gundê Mosako yê navçeya Raco.

Mihemed Xelîl Reşîd (38) ê ji gundê Bilîlko yê navçeya Raco.

Ayaz Hesen Zelxoko (14) ê ji gundê Bedîna yê navçeya Raco.

Arif Hemdoş ê ji gundê Kefercenê yê navçeya Şera.

Li aliyekî din jî çavkaniyan da zanîn ku çarenûsa van welatiyên revandî, hîn jî ne diyar e.

Ji beriya 4 salan ve artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî niştecihên Efrînê sûcan pêk tînin, da ku demografiya herêmê biguherin.

ANHA

Back to top button