ManşêtNûçe

Şandeya Rojavayê Suriyeyê hevdîtinên xwe didomîne

Şandeya hevbeş a partî û aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, li Başûrê Kurdistanê ev çend roj in dest bi rêze hevdîtina kiriye. Di vê çarçoveyê de li Silêmaniyê çû serdana Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî).

Şande ji Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen, serokê Partiya Demokratîk a Kurdî ya Sûrî Cemal Şêx Baqî, serokê Partiya Çepgir a Kurdî ya Sûrî Mihemed Mûsa, cîgirê serokê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Mustefa Meşayix pêk tê.

Şande  ji aliyê serokatiya Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdulllah ve hate pêşwazîkirin.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen têkildarî naveroka hevdîtinê ji Rojnewsê re axivî û got “Me guftûgo li ser çawaniya parastina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê kir ku destkeftiyek girîng e ji bo gelê Kurd. Başûrê Kurdistanê jî di qonaxek girîng re derbas dibe. Li ser vî bingehî ka em ê çawa yek helwest bîn guftûgo hate kirin.”

Şahoz Hesen bal kişand li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û wiha domand; “Ji aliyê hêzên dagirker û bi taybet dewleta Tirk ve êrîş û stemkariya li ser Kurdistanê pêk tê. Lewma me girîng dît ku Kurd bi helwestek yekgirtî li dijî dagirkeriyê derkevin.”

Her wiha Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Mihemed Abdullah axivî û got: “Li Başûrê Kurdistanê ji aliyekê ve êrîş û dagirkerî heye, ji aliyê din ve dexlûdanê cotkaran tê şewitandin û Kurdan birçî dihêlin. Li gorî me ev planek giştiye li ser Kurdistanê. Lewma divê bi hev re li dijî van planan derkevin.”

Şandeya hevbeş a partî û aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji 12’ê Hezîranê ve li Başûrê Kurdistanê hevdîtina dike. Heta niha, li gel Tevgera Goran, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê, Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê û çend hêzên din civiyaye.

 

Back to top button