ManşêtNûçe

Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê li hev civiyan

Şandeya hevbeş a partî û aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li gundê Gulexane ya navçeya Şarezûr a Silêmaniyê çû serdana Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê û li gel serokê wê Mihemed Hacî Mehmûd hevdîtin kir.  Şandeya ku ji Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen, serokê Partiya Demokratîk a Kurdî ya Sûrî Cemal Şêx Baqî, serokê Partiya Çepgir a Kurdî ya Sûrî Mihemed Mûsa, cîgirê serokê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Mustefa Meşayix pêk tê ji aliyê Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ve hate pêşwazîkirin.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen bal kişand li ser naveroka hevdîtinê û got;”Di vê rewşê de gelek girînge ku gelê Kurd bê li gel hev û ji bo guhertina hevsengiya wan hebe. Hem jî li ser çawaniya lihevnêzîkbûna xwe guftûgoyan bikin. Ji bo ku bi helwstekî yekgirtî li her çar parçeyên Kurdistanê piştgiriya hev bikin.”

Şahoz Hesen eşkere kir ku li Rojavayê Kurdistanê heta niha jî piştgirêka DAIŞ’ê didome û got; “Di vê çarçoveyê de karkirina me ya ji bo dadgehekî navneteweyî li Rojavayê Kurdistanê berdewam e.”

Şahoz Hesen bal kişand li ser êrîş û metirsiyên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê û wiha domad;”Em metirsî dibînin û di vî alî de pêwîst dibînin ku helwesekî yekgirtî ya Kurdan hebe. Di vê çarçoveyê de em peyama Birêz Ocalan girîng dibînin. Divê di çarçoveya helwesteka nîştimanî de piştgiriya vê peyamê bikin.”

Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ji ser serdana şandeyê kêfxweşiya xwe anî ziman û got; “Hatina şandeyek wiha ku ji partiyên cuda pêk tê, cihê dilxweşiyê ye. Hêvî dikin ku ev destpêkek be ji bo bihevrekarkirina deng û rengên cuda. Bi destê Kurdan DAIŞ ji holê rabû. Hemû xaka dagirkirî jê hate standin. Lê, hîn fikra DAIŞ’ê bi navên cuda maye û li dijî Kurdan yekin. Lewma pêwîste em bi yekgirtin li dijî metirsiyan rawestin.”

Mihemed Hacî Mehmûd herî dawî got;”Hêvî dikim ku hatina vê şandeya Rojava bibe wesîleya xêr û yekrêzê û yek helwestiya hemû hêzên siyasî û xelkê Kurdistanê.”

Back to top button