ManşêtNûçe

Şandeya Rêveberiya Xweser û Wezareta Derve ya Siwêdê bi rêya înternetê civiyan

Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji şêwirmendê rêveberiyê Bedran Çiya Kurd, seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokartîk (MSD) Îlham Ehmed û nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Siwêdê Şiyar Elî, pêk hat. Her wiha wezîra karên derve ya Siwêdê Anna Lindh ku civîn bi rêve bir, berpirsê doza Sûriyê li Siwêdê Pierre Aurinus û sekerterê taybet ê wezîra derve ya Siwêdê Linus ji aliyê Siwêdî, beşdar bûn.

Di civînê de şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd behsa rewşa siyasî û aborî û girîngiya alîkariyên navdewletî kir, nexasim mijara girtina deriyên sînor, dergehê bi Tirkiyê re û dergehên di bin serweriya hikumeta Sûriyê de ku tenê rejîma Sûriyê bi kar tîne. Her wiha daxwaza vekirina dergehê El-Yerûbiye (Til Koçer) ê sînorî kir ku li ser vetoya Rûsya û Çînê hat girtin û bandoreke neynî li gel kir. Çiya Kurd îşaret pê kir ku heta niha tevî bangewaziyên navdewlet ên vekirina dergehan û şandina alîkariyan ji bo gelê Sûriyê jî, Rûsya û Çînê hîna mafê veto bi kar tînin.

Çiya Kurd di axaftina xwe de behsa mijara girtiyên DAIŞ`î yên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de kir ku xeteriyê li ser tevahî cîhanê çêdikin û diyar kir ku divê dadgeheke navdewletî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê avakirin da ku çeteyên DAIŞ`ê li ser teror û sûcên xwe bên darizandin û got divê di vê derbarê de civaka navnetewî gavên cidî bavêje.

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed jî bal kişand ser terora dewleta Tirk û dijminahiya li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî ku Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Bab, Cerabilus, Ezaz û herêmên ji Idlibê dagir kir. Her wiha îşaret bi êrişên Tirkiyê li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê kir ku sivîlan û şêniyên gundên herêmê dike hedef û atomsfêreke tirsê, neîstiqrarê û şer li herêmê çêdike.

Îlham Ehmed helwesta hikumeta Sûriyê ji dan û standinan û dûrketina wê ji diyalogên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, bi bîr xist. Her wiha destnîşan kir ku qanûna Qeyser bandorê li tevahî şêniyên Sûriyê dike û diyar kir ku tevî ku Amerîkayê piştrast kir ku herêmên bakurê Sûriyê ne di nava qanûnê de ne û dê pê bandor nebe jî, lê belê qanûn bandorê li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dike.

Di civîna bi rêya îneternetê de, pêşketina diyalogên Kurdî-Kurdî û girîngiya wê ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê û çareseriya aloziya Sûriyê, li kêlek metirsiyên ji ber belavbûna vîrusa (covid-19), hatin nîqaşkirin.

Wezîra derve ya Siwêdê Anna Lindh jî nerazîbûna xwe  ji êrişên dewleta Tirk ên bê sedem re anî ziman û soz da ku dê duşema bê wê mijarê bi endamên parlamana Ewropayê re nîqaş bike da ku ev êrişên dijminane bên rawestandin. Anna Lindh di vê der barê de axaftina xwe bi balyozê Amerîkî re ya têkildarî “rewşa hêzên wan li bakurê Sûriyê”, bi bîr xist.

ANHA

Back to top button