DaxuyanîManşêt

Derketina daxuyaniyekê piştî bidawîbûna civîna Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)

Di dîroka 7-7-2020 an de meclisa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) civînek li darxist, ku rewşa siyasî û leşkerî hat nîqaşkirin her wiha rewşa rêxistinî hat nirxandin û planek ji bo qonaxa bê hat amade kirin.

Meclis li ser aloziya aborî axivî ya ku herêm bi giştî û Sûrî bi taybet tê de derbas dibe, û encamê vê aloziyê û bandora wê li ser civakê.

Di daxuyaniyê de tekez kirin ku siyasta kevneşopî ya ji hêla hikûmetên herêmê ve tê meşandin di nav de rejêma Sûrî û mudaxeleyên derveyî ew sedema bingehîn a tevliheviya mijaran û zêdekirina kûrahiya aloziayan û veguherandina Sûriyê qadeke têkoşîna herêmî û navdewletî. Her wiha ku Cinêvê û Asîtana yê ji bedêla ku çareseriyê pêşbixin, aloziyê bêhtir mezin dikin.

Zêdetirî vê meclisa giştî ya partiya me tekez kir ku Tirkiyê rolek xirab li herêmê de dilîze. Her wiha îşaret pê kir ku Tirkiyê xetereke li ser ewlehî û aştiya herêmî û navnetewî, û êrîşên wê li ser Sûriyê, Îraq û Lîbyayê ew e binpêkirina zagona navdewletî ye û ew xetere li ser hemû gelên herêmê. Her wiha Tirkiyê bi awayekî vekirî sûcên dermirovî pêk tîne ev zêde dibe li rêzên sûc û pinpêkirinên wê ku avê li ser Sûriyayê û Îraqê qut kir û her wiha ew jiyana milyonan mirovan xistiye xeteriyê de, û şerê qirkirinê li dijî hemû gelan pêk tîne, wekî din jî tundûtûjiya olî weke berdewamiya birdoziya DAIŞ’ ê xurt dike, û biryara hikûmeta Tirkiyê di mijara muzexaneya Aya Sofiya delîlê baş li ser wê ye, ji ber vê sekinandina li hemberî vê xetereyê ji aliyê hemû gelan pêdiviye û hilbjartinek domdare.

Her wiha hat destnîşan kirin ku yekîtiya gelan ew e riya yekemîne ji bo xurtkirina jiyana aştiyê ye û sekinandina li hemberî hemû komployên ku gelan û pêşeroja wê hedef digre her wiha projeya netewa demokratîk pîvanek giringe ji bo misogeriya yekîtî, nasname û têkoşîna hevbeş e.

Her wiha hat destnîşan kirin li ser girngiya yekîtiya refa kurdî û wê Partiya Yekîtiya Demokrat hewldanên xwe bike ji bo serkeftina pêvajoya yekîtiya netewî û diyaloga Kurdî-Kurdî û wê partiya me hemû hewildanên xwe bike ji bo bidestxistina vê yekê.

Hat destnîşan kirin ku metirsî hîn domdare û pir giringe ku tedbîrên ewlehî û parastinê bigirin ji bo parastina gelên me û deskeftiyên wê. Ji  bo vê xurtkirina Hêzên Sûriya Demokratî, û rêxistinbûna civakê li gorî rêgeza xweparastinê ew yek ji karên bingehîne ku bêyî wê nabe.

 

Di civînê de îşaret pê hat kirin li ser hedefgiritina dawî ya ji aliyê Tirkiyeyê li ser jinên kurd li Efrînê û Kobanê ew e domandina zihniyeta DAIŞ’ê ye ya dijberî jinan e, ji ber vê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD ewê ji yekemî xebatên me yî bingehîn çalakirina rola jinê bi şêwazekî zêdetir, û berxwedaniya hemû cûreyên tundiya li dijî jinê bikin.

Her wiha rewşa aborî hat nirxandin b taybet di siya zagona Qeyser û kirîza aborî li herêmê, endamên meclisê destnîşan kirin li ser giringiya hevkariyê bi Rêveberiya Xweser ji bo derbas kirina vê aliziyê, beşdaran destnîşan kirin li ser girngiya hevgirtina civakî û pêşxistina rêveberiyê di projeyên bidestxistina derfetên kar û serfiraziya çandiniyê û bighêjin ber bi bidesxistina xweradestkirinê.  Ku heke em enerjiya xwe ya madî û manewî bi rêxistin bikin, emê karibin bi serfirazî vê aloziyê derbas bikin.

Di heman demê de ji mijarên giring di civînê de nirxandina rewşa rêxistinî bû, piştî li dar xistina kongreyê me yî 8’emîn, aloziya Koronayê bandor li ser destpêkirina hemleya rêxistinî kir, ji ber vê wê kar bê kirin bi awayekî berfireh ji bo bidesxistina vê hemleyê, di heman demêde wê pêşxistina bernameya xebatek berfireh bê kirin ji bo bighêjin qederek mezin ji bingeha girseyî, di pêşî de meclisa jin û meclisa ciwanên partiyê, ewê berxwedaniya şerê derûnî yê taybet bê kirin yê ku nirxên exlaqî di civaka me de û jin û ciwanan hedef digre, her wiha wê Partiya Yekîtiya Demokrat ne partiyek siyasî be, lê belê di heman demê de partiyek civakî be, ji vir ve bi qasî xebata li ser xurtkirina siyaseta demokratîk ew ê kar bê kirin li ser pêşxistina hemleyên hişmendî civakî û hemleyên parastina jîngehê.

Di dawî de soz hat nû kirin li pêşiya şehîdên şoreşa19 tîrmehê li ser rêgezên wan gav bavêjin û hêviyên wan pêk bînin û parastina nirx û deskeftiyên vê şoreşa demokratîk.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2020-7-11

Back to top button