ÇalakîManşêt

Şandek ji partiya me serdana Partiya Yekîtiya Demokratîk li Sûriya “Ykîtî” kir

Di nav rêzcivînên ku Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ji partiyên siyasî pêk tîne, şandek ji partiya me, îro 12’ê Tîrmehê serdana Partiya Yekîtiya Demokratîk li Sûriya Yekîtî kir.

Şande ji Rohat Mela Xelîl hevseroka buroya têkiliyê di Partiya Yekîtiya Demokratîk û şêx Raxib El-Faris endamê buroya têkiliê di partiyê de pêk hat.

Her wiha di pêşwaziya wan de Mustefa Mişayix cîgerê sekretêrê Partiya Yekîtiya Demokrat, Hisên Bedir û Xebat Mihemed endamê komîteya siyasî di partiyê de û Mihemed Salih endamê desteya rêveber bi partiyê de.

Her du aliya li ser rewşa siyasî li herêmê bi giştî û herêmêm bakur û rojhilatê Sûrî bi taybet nîqaş kirin.

Di axaftina xwe de, her du aliyan tekez kirin ku projeya Rêveberiya Xweser tenê projeyek jêhatî ye ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê, û her du aliyan jî tekezî li ser pêwîstiya hevkarî û hevgirtina bêtir û danûstandina serdanan kir ji bo ji nêz ve li ser kirîzên ku herêmên me tê de derbas dibe di her warî de bisekinin.

Partiya Yekîtî her wiha pesnê serkeftinên Rêveberiya Xweser di bin dorpêça xeniqandî de da, û piştgiriya xwe ji Rêveberiya Xweser re, ku di bin banê xwe de hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan diparêze, diyar kir.

Di dawiya civînê de, her du aliyan tekez li ser domandina civîn û serdanên ku pirsgirêk, çareserî û hewcedariyên gel dikin, ji ber ku armanca civînan yekkirina pêkhateyan û parastina aştiya sivîl e.

 

Back to top button