ÇalakîManşêt

Ayşa Hiso: Erkê me.. ew e rê nedin pilanên dagirkeriya Tirk

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê civînek berfereh ji bo saziya Malbatên Şehîdan li Helebê li dar xist, bi amadabûna hevseroka partiyê Ayşa Hiso, û bi dehan ji şêniyan.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadiyê dest pê kir, peştire Ayşa Hiso hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat axivî û li ser erwşa siyasî li Sûrî di dema salên aloziyê de, û girtina rêjîm bi çareseriya leşkerî û dûrbûna wê ji zimanî diyalogê bi hemû aliyên Sûrî re, nîqaş kir.

Her wiha Hiso bêdengiya Civaka Navneteweyî û rêxistinên Mafên Mirova li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li “Efrîn, SerêKaniyê û Girê Sipî” şermezar kir, ji bilî bombebarana wê ya domdar li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bi hewildana ewlehî, aramî û aştiya sivîl li herêmê têk bibe.

Hiso destnîşan kir ku rojevên biyanî hene ku hewl didin projeya Rêveberiya Xweser têk bibe, ya ku modela nimûne ye ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê, û tekez kir ku vîn û berxwedana gel ji hemû komployên têne derxistin bihêztir in.

Hiso tekez kir: “Erkê me, û erkê gel û welatiyên me yên bakur û rojhilatê Sûriyê, bi van komployan bi tevahî agahdar bin, û rê nedin pilanên dagirkeriya Tirk û kiryarên wê.”

Hevseroka Partîya Yekîtîya Demokrat Ayşa Hiso, axaftina xwe bi dawî kir û got: “Em bejna xwe li ber fedakarîyên şehîdên xwe ditewînin, û soz didin wan ku em li ser şopa wan bimeşin heya gihaştina azadîyê, û em piştrast dikin ku xwîna wan a tahir dê vala nemîne.”

 

Back to top button