ManşêtNûçe

Bi hezaran ji şêniyên Kobanê beşdarî merasîmê oxirkirina şehîd “Ebû Feqîr” bûn

Duh, 11’ê Tîrmehê, Meclisa Malbatên Şehîdan li herêma Firatê merasîmê veşartinê ji bo cenazeyê şehîd Ebû Faqîr (Mohamed Kîko) organîz kir, bi beşdariya bi hezaran ji şêniyên bajarê Kobanê, û rêveberan di sazî û desteyên Rêveberiya Xweser li Herêma Firatê, her wiha beşdariya endam û hêzên ewlekariya hundirîn li herêma Firatê û şandeyên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojavayê Sûriyê.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadiyê destpê kir, piştre çend peyv hatin pêşkêş kirin, di nav wan de axaftina ji hêla Meclisa Navçeya Kobanê, Meclisa Malbatê Şehîdan û desteya Hundirîn ve, ku sersaxî ji malbatên şehîd “Ebû Feqîr” re xwestin, yê ku di dema erka xwe ya neteweyî de pêk anî gihiştin asta şehadetê. Gotin îşaret li ser qurbaniyên Ku şehîd di parastina van herêman de û pêkanîna erkê xwe di hêzên ewlekariya hundirîn de kir.

Piştre belgeya şehadetê hat xwendin û pêşkêşî malbatên şehîd hat kirin, û li mezara şehîda Dicla hat veşartin, di nava dirûşmeyên ku şehîdan bi rûmet dikin.

 

Back to top button