ÇalakîManşêt

Şandek ji partiya me serdana Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanî kir

Di nava serdanên ku Partiya Yekîtiya Demokrat PYD ji partiyên siyasî re, şandeyek ji partiya me îro serdana Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanî li Qamişlo kir.

Şandeya partiya me ji hevserokatiya buroya têkiliyan di partiyê de “Rohat Mele Xelîl û Xelîl Osman”, “Şêx Raxib El-Faris” endamê buroya têkiliyan di partiyê de pêk hat.

Şende ji hêla hevserokê partiyê “Mihemed Ebas”, û endamên buroya partiyê “Şêrîn Mihemed Selîm û Solîn Osman” pêşwaziya wan kirin.

Her du aliyan di der barê serdanê de li ser rewşa siyasî û aborî li herêmê bi awayekî giştî axivîn, her wiha ser rola partiyên siyasî di kar de li gorî berjewendiya giştî ji bo tevahiya pêkhateyan.

Her du aliyan tekez kirin li ser pêwistiya hevkariyê û danûstendina nêrînan û piştgiriya Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriya.

Di dawiya hevdîtinê de Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanî destnîan kir li ser piştgiriya wan ji bo diyaloga kurdî-kurdî re, û alîkariya Rêvebriya Xweser ya ku di bin sîwana wê de hemû mafên pêkhateyên herêmê tê parastin.

  

Back to top button