ÇalakîManşêt

Şandek ji partiya me serdana Desetya Niştimanî ya Erebî kir

Di nava serdanên ku Partiya Yekîtiya Demokrat PYD pêk tîne ji partiyên siyasî re, ji bo xurtkirina têkiliyan di navbra hev de bêhtir, şandek ji partiya me duh, roja Sêşemê 22’ê Poşprê, serdana buroya Desetya Niştimanî ya Erebî li Qamişlo kir.

Şandeya partiya me ji hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD “Enwer Muslim”, “Rohat Mele Xelîl û Xelîl Osman” hevserokatiya buroya têkiliyan di partiyê de û endamê buroya têkiliyan “Şêx Raxib el-Faris”, pêk hat.

Şandeya me ji hêla “Mihemed El-Binyan” serokê Desetay Niştimanî ya Neteweyî, û cîgerê wî “Wehîd El-Hecî”, “Newal Mihemed û Wsayf El-Dendeh” endamên di buroya jin de ya Desetay Niştimanî ya Neteweyî, hatin pêşwazî kirin.

Di serdanê de nîqaş li ser rewşa siyasî û geşdanên dawî yên aborî, civakî û çandî li herêmê hat kirin.

Har du aliyan tekez kirin ku Rveberiya Xweser mafeke xwezayî ye di nava Sûriya ne navendî, û divê partiyên siyasî alîkariyê û hevsengiyê di navbera hev bikin ji bo pêşketina vê rêveberiyê ya ku di bin sîwana wê de hemû pêkahte ji kurd, ereb, suriyan tên parastin, û piştgiriya wê bikin ji ber ku ew bi saya xwîna hemû gelê herêmê hat bidestxistin.

Her du aliyan tekez kirin li ser domandina mîna van hevdîtinan.

   

 

Back to top button