ManşêtNûçe

Salman Barûdo: Sozên Waşîngtonê der barê dûrxistina herêmên me ji cezayên Qeyser heta niha nehatine cih

Hevserokê Desteya Aborî di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Selman Barodo diyar kir ku sozên ku rêveberiya Amerîkayê dan Rêvberiya Xweser yên der barê dûrxistina wê ji cezayên Qeyser de hîna bi cih nehatine.  Îşaret kir ku cezayên hatin ferzkirin zirarê dide aboriya herêmê.

Barûdo lê zêde kir: Qanûna Qeyser ligel gelek faktorên din gefê li ewlekariya xwarinê ya şêniyên herêmên bakurê rojhilatê Sûriyê dike, wek ku li navçeyên mayî yên herêmên Sûriyê, û dibe sedema têkçûna rewşa aborî.

Barodo îro derbarê axaftina xwe ji North-Press re diyar kir ku şerê li herêmê zirar daye kargeh û xetên hilberînê û makîneyên ku hatine dizîn an jî wêrankirin, ev jî bûye sedema ku herêm bi awayekî berçav hilberîna xwecihî winda bike.

Barûdo destnîşan kir ku aloziya pandemiya Koronayê, girtina ava Firatê ji aliyê Tirkiyê ve û şerê Rûsya û Ûkraynayê, faktorên din in ku hemû bandorê li rewşa aborî û jiyana şêniyan li herêmên Rêveberiya Xweser kirine.

Barûdo anî ziman ku Rêveberiya Xweser kar dike ku çerxa hilberîna xwecihî bimeşîne û kargeh û xetên hilberînê nû bike li gorî şiyanên ku niha di destê rêveberiyê de hene.

Hevserokê Desteya Aborî di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku piştgirîkirina pêdiviyên bingehîn û dabînkirina wan ji bo gel, weke nan û sotemeniyê, di nava xebatên herî girîng de ne ku rêvebirî ji bo bidesxistina wê  dixebite.

Hêjayî gotinê ye ku ji 25’ê Sibata borî ve, gelek berpirsên rêveberiya Amerîkayê sozên Amerîkayê eşkere kirine, ku bakurê rojhilat û bakurê rojavayê Sûriyê ji cezayên qanûna Qeyser ku li ser hikûmeta Sûriyê hatine sepandin, derxistine.

Back to top button