Kongre û Çalakiyên PYDManşêtNûçePYD

 Xelîl Xemgîn: Şoreşa me şoreşa nirxên mirovahiyê ye

Xelîl Xemgîn hunermendê şoreşger di kongireya 11’emên a Partiya Yekîtiya demokratîk “rêxistina Ewropa” de, a ku duh li Holenda hat li dar xistin, di axaftina xwe de got: Qonaxa heyî ji gelê Kurd re dîrokî ya, gelê me de nav şoerşeke exlaqî û siyasî de ne, di dema ku cîhan şahidê şoreşeke bêexlaqî li ser bingeha kuştin û wêrankirinê, dema em li şoreşa Rojava dinêrin, em dibînin ku ji aliyê avahî û armancên mirovî ve hema bêje şoreşa yekane ye, ji ber vê yekê şoreşgerên me ji bo bidestxistina rûmeta mirovahiyê têkoşiyan.

Dest nîşan kir berxwedana şoreşgerên vê şoreşê qehremanî ye û xwedî nirxên mirovatiyê ye. Xemgîn jî got, “Şoreşa me ne weke têkoşîna heyî ya li cîhanê ye ku di siyaset û şer de bê exlaq e.”

Xelîl Xemgîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Partiya Yekîtiya Demokratîk li ser asta siyasî, rêxistinî û civakî ji bo bidestxistina armancên mirovî dixebite.

Back to top button