ManşêtNûçe

Salih Muslim: Yekitiyeke ku zerarê bide destkeftiyan nayê qebulkirin

Salih Muslim endamê desteya hevserokatiya hevbeş di Partiya Yekîtiya Demokrat anî ziman ku wekî PYNK çi ji destê wan bê wê bikin lê ev nayê wê wateyê ku hin xalên ku sîstema Rêveberiya Xweser hilweşîne, qebûl neke, wê qebûl bikin, ev hat di hevdîtinekê de bi ajansa ANHA yê re. Naveroka hevdîtinê wiha ye:

XEBATÊN YEKITIYÊ YÊN PYNK’ê DI ÇI ASTÊ DE NE?

Xebatên yekitiyê ev demek e sekiniye. Nûnerên Amerîkî ku navbenkarî û piştgiriya yekitiyê dikin hatine guhertin. Heya niha nûnerên Amerîkî nehatine herêmên me. Şandeya ENKS’ê jî derbasî Başûr bûbûn. Bi vegera nûnerên Amerîkî û şandeya ENKS’ê re wê xebatên yekitiyê berdewam bikin. Heya niha kesî negotiye em xebatên yekitiyê berdewam nakin. Lê ev demek e ji ber van sedeman xebata yekitiyê hatiye sekinandin. Li ser gelek xalan lihevkirin pêk hatin û gelek tişt jî di nîqaşê de ne.

XALÊN DER BARÊ YEKITIYÊ DE LI SER LI HEV NEHATINE ÇI NE?

Sê nîqaşên serekê hene; çêkirina lêvegerê, beşdarbûna Rêveberiya Xweser û hêzên parastinê ye. Detayên lêvegeran hatin nîqaşkirin, nêrînên siyasî jî ji partiyên siyasî hatin girtin û lihevhatin jî hat kirin. Li ser çawa beşdarbûna Rêveberiya Xweser jî nîqaş pêk hatin. Heya niha nêrîneke zelal li gel ENKS’ê ji bo sîstema Rêveberiya Xweser tune bû. Ev jî bêguman hinek dem dixwaze ku li ser vê xalê bifikirin û bigihijin biryarekê.  Wê ENKS heya çi astê vê sîstema Rêveberiya Xweser fêm bike, têbigihije û bixwaze di kîjan cihan de beşdar bibe li ser wê jî hat sekinandin. Ev detayên wê heya kengî dirêj bike ez nizanim. Heya niha li ser hêzên parastinê jî nîqaş berdewam dikin heya niha negihiştiye encamekê. Gelek detay tên nîqaşkirin.

ENKS’ê DI HIN DÎDARÊN XWE PERWERDEYA BI KURDÎ Û HEVSEROKATÎ REXNE KIRIBÛ HELWESTA WE ÇI YE?

Ev wekî hincet xuya dike. Binêrin çi partiyên siyasî bê armanc yekem li ser parastina çand û wêjeya Kurdî li hevdikin. Ger em bixwazin xelkekî nas bikin beriya her tiştî li ser ziman û çanda wî divê em lêkolînê bikin. Îro derfet ava bû ku 8 sal in Rêveberiya Xweser zimanê Kurdî tê perwerdekirin. Heya gelek materyalên dibistanan hatine guhertin. Zor û zexmetî hene lê hatiye destpêkirin. Ger em îro vê qebûl nekin em ê kengî qebûl bikin? Di destpêkê de kesên ku mamosteyan, materyal, dibistanan ava bike tine bûn. Gelek gavên mezin hatin avêtin bi hezaran mamosteyên zimanê Kurdî hatin gihandin. Niha jî kesên vê bixwaze divê nebêje em qebûl nakin. Divê bêje, heke pirsgirêkên wê hebin em çawa bi hev re çareser bikin. Ev barekî giran e her kesekî dilpaqij ku rastî dixwaze bi gel, çanda xwe re alîkar bê divê destê xwe têxe bin wî barî û em bi hev re rabikin.

Zimanê dayikê di her cihî de pêwîst e. Ger kesên ku dibêjin em zimanê Kurdî qebûl nakin windayiyekê ji bo nifşên nû dixwaze. Windahiya nasnameya netewî dixwaze. Ev gotinên ku dibêjin niha ne dema wan gavan e em jî pirs dikin ka kengî dema wê ye? Dijminên Kurdan bo ku hilweşandinekê bikin yekser berê xwe didin zimanê wî. Ji bo çar perçeyên Kurdistanê ev derbasdar e ku beriya her tiştî ziman bûye hedef. Niha jî aliyek bibêje em zimanê Kurdî qebûl nakin ev gelek zehmet e û divê bê zanîn, gelê Kurd jî tu carî vê nêrînê qebûl nake.

Cîhan bi giştî ber bi sîstema hevserokatîyê ve diçe. Sîstem li herêmên me jî li ser rola jinê hatiye avakirin. Neqebûlkirina sîstema hevserokatîyê, înkarkirina rola jinê, hebûn û nîvê civakê ye.  Bi taybetî li şoreşê de rola jinê li ber çav e û gelê herêmê vê qebûl dike. Çi saziyên herêmê hebin sîstema hevserokatî tê de heye.

LI SER VAN HER DU XALAN TU LIHEVKIRIN BÛYE?

Na. Heya niha li ser wan her du xalan lihevkirin pêk nehatiye.

BI VAN GAVÊN YEKITIYÊ RE ENKS BI PDK Û DEWLETA TIRK RE RÛNIŞT HÛN VÊ ÇAWA DIBÎNIN? 

Ev ne tiştekî erênî ye. Ev rûniştina wan ne cara yekem e. Em hêvî dikin ku kesên diçin van rûniştinan divê biryara wan di destê wan de be ne di destê derve de be. Û divê ji bo qebûlkirin-neqebûlkirina hin xalan destûrê ji derve negirin. Çawa biryarên ku em li vir didin me eleqedar dike em ji derve tu destûrê nagirin divê ew jî wiha bikin. Li ber çav e ku di rûniştinan de nêrazîbûna gavên derbarî yekitiyê de tên axaftin. Naxwazin yekitiyek çê bibe. Wekî PYNK çi ji destê me bê em ê bo yekitiyê bikin lê ev nayê wê wateyê ku hin xalên ku sîstema Rêveberiya Xweser hilweşîne, em qebûl bikin. Yekitiya ku em dixwazin mezinkirina deskeftiyan e ne hilweşandina wan e.

Gelê Kurd ji xwe yekitiya xwe ava kiriye tenê hêzên siyasî yên ku tevlîheviyê di mejiyê gel de ava dikin. Ger yekitî li ser parastina çand, zimanê Kurdî nebe, parastina gel, sîstema heyî nebe, ew yekitî ne pêwîst e. Yekitiya ku bê kirin li ser xizmeta gel, pêşxistina sîstemê be. Em dibêjin bila yekitiya ku bê avakirin saxlem be.

Back to top button